Li Balekayetiyê di encama teqîna mînekê de ciwanek birîndar bû
Navenda Nûçeyan (K24) – Li sînorê devera Balekayetiyê, ciwanekî 18 salî di encama teqîna mîneke çandî de bi giranî birîndar bû.
Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Mînan li Hewlêrê îro 11ê Gulanê ragihand, li zozanên Berdespiyan ên ser bi gundê Gundejôrê li qezaya Çomanê, mîneke çandî bi ciwanekî de teqiya.
Li gorî zanyariyên Beşa Qurbaniyên Mînê, ew ciwanê birîndar 18 salî ye û ji ber ku birînên wî giran bûn, tîmên hawarhatinê yekser ew rakirin nexweşxaneyê, da ku çareseriyên pêwîst werbigire.
Devera Balekayetiyê û qezaya Çomanê wekî yek ji wan navçeyan tê naskirin ku herî zêde mînên çandî lê hene. Ev mîn bermayiyên şerê heşt salî yê navbera Iraq û Îranê ne ku di salên 1980î de qewimîbû.
Salane, bi taybetî di werza biharê de, ji ber ku welatî ji bo geştûguzarê yan jî ji bo komkirina giyayên xwarinê yên biharê, berê xwe didin çiya û zozanan, bûyerên bi vî rengî zêde dibin û gelek welatî dibin qurbanî. Rêveberiya Mînan her tim hişyariyê dide welatiyan ku ji wan navçeyên bi guman dûr bikevin.