Wezareta Petrolê ya Iraqê: Henardekirina petrola Besreyê di Kurdistanê re berdewam e

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê Dr. Sahib Bezûn îro aşkere kir, henardekirina petrola Besreyê bi rêya boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê ber bi bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê ve berdewam e.

Dr. Sahib Bezûn îro ji 11ê Gulanê ji Kurdistan24ê re ragihand: "Henardekirina petrola Besreyê di boriya Herêma Kurdistanê re li gorî rêkeftina berê ya navbera Hewlêr û Bexdayê dimeşe."

Bezûn herwiha bal kişand ser peywendiyên navbera her du wezaretan û got: "Peywendiyên me bi Wezareta Samanên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê re baş û cîgir in. Bingehê peywendiya me hevahengiya ji bo bidestxistina dahatê ye, ji ber ku aboriya Iraqê zêdetirî %90 pişta xwe bi dahatê petrolê girê dide."

Li gorî daxuyaniya Berdevkê Wezareta Petrolê, Iraq niha bi sê rêyên sereke petrola xwe difiroşe:

- Bi rêya boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê ber bi bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê ve.

- Bi rêya tankeran ji bo veguhastina petrola reş ber bi Sûriyeyê ve.

- Bi rêya keştiyên petrolhilgir di ser Tengava Hurmizê re ber bi benderên cîhanê ve.

Derbarê rewşa Tengava Hurmizê de, Dr. Sahib Bezûn diyar kir ku rewşa ewlehiyê hîn jî aloz e. Herwiha anî ziman ku piştî ragihandina agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de, heta niha tenê du keştiyên Iraqî karîne di tengavê re derbas bibin. Bezûn destnîşan kir, ji ber metirsiyên mezin ên li wê navçeyê, keştiyên petrolhilgir ên Iraqê xwe ji girêbest û barkirina nû diparêzin.

Zêdetirî mehekê ye ji ber şerê Îranê û girtina Tengava Hurmizê ji aliyê Supaya Pasdaran ve, henardekirina petrola Iraqê ji benderên başûr rawestiyaye. Ji bo çareserkirina vê qeyranê, Herêma Kurdistanê rê da ku petrola Iraqê bi rêya boryên wê ber bi bazarên cîhanê ve were henardekirin.