Wezîrê Pêşmerge lîsteyên pileberzkirina efseran ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl îro 11ê Gulana 2026an bi fermî îmzekirina lîsteyên pileberzkirina efserên Pêşmerge ragihand.

Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl di peyamekê de aşkere kir, bi xweşhalî lîsteyên pileberzkirina efserên qehremanên wezaretê hatine amadekirin û îmzekirin. 

Îsmaîl herwiha got: "Em bawer dikin ku pileberzkirina efseran, dê bibe enerjiyeke nû û xurt, da ku ew bi moraleke bilindtir wekî keleheke polayî li ser parastina ax û rûmeta gelê Kurdistanê berdewam bin."

Wezîrê Pêşmerge bal kişand ser wê yekê ku ji destpêka karê wan ve, wekî tîmeke yekgirtî hewl dane ku ev proseyê di dema xwe ya qanûnî de cîbicî bikin. 

Derbarê wan efserên ku navên wan di vê lîsteyê de nîne, Wezîrê Pêşmerge peyameke dilniyayiyê da û got: "Em dilniyayî didin wan afserên ku navên wan di lîsteyên din de ne; di demeke pir nêzîk de mafê wan ê pileberzkirinê dê vegere Wezareta Pêşmerge û pileya wan jî dê were bilindkirin."

Wezîrê Pêşmerge di dawiya peyama xwe de bi germî pîrozbahî li efserên Hêzên Pêşmerge kir û hêviya serkeftinê û berdewamiyê ji wan re xwast.