Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê Koreya Başûr kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 11ê Gulanê bi boneya bidawîhatina erkê wî, pêşwazî li Konsulê Giştî yê Komara Koreya Başûr li Herêma Kurdistanê Seung-cheol Lim kir.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Konsulê Giştî yê Koreya Başûr kir ji bo wan karên ku di dema erkê xwe de ji bo bihêzkirina peywendiyên dostane yên di navbera Herêma Kurdistanê û Korêya Başûr de, encam dabûn.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha pêzanînên xwe ji bo piştgirî û hevkariya hikûmet û gelê Korêyê nîşan dan.
Wekî ku di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin: "Konsulê Giştî yê Koreya Başûr pesnê karwanê pêşketin, avedanî û çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên di warên cuda de kir û anî ziman ku Kurdistan dê her tim di dilê min de be."