Di kabîneya nehê de 90% zêdegaviyên li ser zeviyên çandiniyê hatine kontrolkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberiya Giştî ya Polîsên Daristan û Jîngeha Herêma Kurdistanê radigihîne ku di kabîneya nehê de rêkarên girêdayî zêdegaviyên li ser zeviyên çandiniyê tundtir bûne, bi awayekî ku zêdetir ji %90 hatine kontrolkirin.

Rêveberê Giştî yê Polîsên Daristan û Jîngeha Herêma Kurdistanê Ferman Fazil îro (Duşem, 11ê Gulana 2026ê) ji malpera Kurdistan24ê re ragihand: "Rêkarên girêdayî zêdegaviyên li ser zeviyên çandiniyê hatine tundkirin, bi taybetî di kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bi awayekî pir baş hatine kontrolkirin; heta zêdetir ji %90 ya zêdegaviyan hatine kontrolkirin."

Rêveberê Giştî yê Polîsên Daristan û Jîngehê amaje bi wê yekê jî kir ku du awayên zêdegaviyan hebûne; ew zeviyên ku bi rêyên neqanûnî û bi binpêkirina qanûnê kirine "mezra" û ya din jî ew zeviyên ku bi rêyên neqanûnî xanî lê hatine avakirin.

Ferman Fazil li ser milkdariya zeviyan jî ragihand: "Hejmarek ji wan zeviyên ku zêdegavî li ser têne kirin milkê giştî ne, ango dewlet xwediyê wan e û hejmareke din jî milkên kesan in. Piraniya wan zeviyan dibin mezra."

Navborî tekez li ser rêkarên tund li dijî binpêkeran kir û got: "Li gorî qanûna hejmar 3 ya sala 2018ê, her kesê ku xanî yan mezra yan jî her zêdegaviyekê li ser wan zeviyan bike, divê bên xirabkirin. Eger ew xirabkirinê qebûl nekin, dê doza wan ji dadgehê re bê şandin."

Yek ji xalên civîna îro ya di navbera her du wezaretên Navxwe û Çandiniyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî zêdetir tundkirina rêkaran li dijî wan kesan bû yên ku zêdegaviyan dikin.