Hêzên Amerîkayê vedigerin nav Fermandariya Operasyonên Hevpar ên Iraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Çavkanî eşkere dikin ku hêzên Amerîkayê biryar daye vegerin nav Fermandariya Operasyonên Hevpar li Bexdayê; ev jî piştî wê yekê tê ku di dema şerê Îranê de ji wê fermandariyê vekişiyabûn.

Li gorî zanyarên taybet ên "Kurdistan24"ê, biryar e li roja 20ê vê mehê hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di çarçoveya erkên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê de vegerin nav bingeha Fermandariya Operasyonên Hevpar ên Iraqê.

Çavkanî amaje bi wê dikin ku niha amadekariyên teknîkî û lojîstîkî di nav Fermandariya Operasyonên Hevpar ên Iraqê de dest pê kirine, ji bo pêşwazîkirina li tîma leşkerî ya Amerîkayê.

Ev pêngav ne tenê rehendeke leşkerî heye, belkî biryar e parek hejmareke karmendên Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê jî, ku pêştir ji ber sedemên ewlehiyê cihên xwe berdabûn, vegerin ser karên xwe.

Di dema borî de û di dema germbûna eniyên şerê navbera Amerîka û Îranê de, hêzên Amerîkayê bi merema parastina canê serbazên xwe û kêmkirina aloziyan biryar dabû ku ji nav Fermandariya Operasyonên Hevpar vekişin û hemî xal û cihên xwe dabûn destê hêzên Iraqî.

Vegera Amerîkayiyan ji bo nav dilê biryara leşkerî ya Iraqê wekî nîşanekê ji bo arambûneke rêjeyî di rewşa deverê de û destpêkirina hevahengiyên ewlehiyê ji bo rûbirûbûna bermayîkên DAIŞê tê dîtin, ku di dema şerê Îranê de heta astekê hatibûn piştguhkirin.