Serok Barzanî 33emîn salvegera damezrandina Bingeha Lalişê pîroz dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî ragihand ku Bingeha Lalişê xizmeteke berçav ji bo parastina çand û nerîtên Êzîdiyan û kultûra Kurdistanê kiriye.
Serok Mesûd Barzanî îro 12ê Gulanê bi boneya 33yemîn salvegera damezrandina Bingeha Laliş a Çandî û Civakî, peyameke pîrozbahiyê belav kir. Serok Barzanî di peyama xwe de pîrozbahî li desteya bilind, endam, kadro û hemû xwişk û birayên Êzîdî kir.
Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser rola giring a vê navendê û got: "Cihê dilxweşiyê ye ku Bingeha Lalişê, bi hewildanên xemxur, kadro û rewşenbîrên civaka Êzîdî di nav salên borî de, xizmeteke berçav pêşkêşî civaka Êzîdiyan, kultûra gelê Kurdistanê û parastina nerîtên Êzîdiyatiyê kiriye."
Serok Barzanî di berdewamiya peyama xwe de destxweşî li keda karmendên Bingeha Lalişê kir û hêviya berdewamî û pêşketinên zêdetir ji bo navendê xwest. Herwiha Serok Barzanî hêvî xwest ku Êzîdî her tim di nav aramî û xweşiyê de bijîn.
Bingeha Laliş a Çandî û Civakî di 12ê Gulana 1993an de li bajarê Duhokê hatiye damezrandin û wekî saziyeke sereke ya çandî ji bo parastina mîrate û nasnameya Êzîdiyan li Herêma Kurdistanê tê naskirin.