Wezareta Navxwe: Avêtina çopê ji nav wesayîtan 40 hezar dînar ceza li pey xwe tîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di çarçoveya hewildanên ji bo parastina jîngehê û paqijragirtina bajêr û kolanan de, biryareke nû derbarê binpêkerên jîngehê de ragihand.
Rêveberê Giştî yê Dîwana Wezareta Navxwe Dr. Hêmin Mîranî îro 12ê Gulana 2026an di daxuyaniyekê de aşkere kir; êdî avêtina zibil û çopê ji nav wesayîtan wekî kiryareke "asayî û rewa" nayê dîtin û ji îro pê ve rênimayiyên yasayî li hemberî binpêkeran tên destpêkirin.
Li gorî biryara nû, her otomobîlek, çi şofêr bi xwe be yan jî rêwiyên di nav wesayîtê de bin, heger zibil û gemarê bavêjin ser rê û cihên giştî, dê bi birê 40 hezar dînara Iraqî werin cezakirin.
Armanc "Kurdistaneke Paktir" e
Rêveberê Giştî yê Dîwana Wezareta Navxweyî tekez kir, ev gav bi mebesta avakirina "Kurdistaneke paktir" hatiye avêtin. Mîranî bang li welatiyan kir ku pabendî rênimayiyên jîngehparêziyê bin, da ku hem rûyê bajarên Kurdistanê ciwan bimîne û hem jî rastî cezayên darayî neyên.