Piştî 12 salan: Deriyê sînorî Akçakale-Girê Spî tê vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Dergehê sînorî yê Akçakaleyê (Kaniya Xezalan) ku di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de ye, piştî 12 salan ji bo çûnûhatina welatiyan û geştûguzarê bi fermî tê vekirin. Ev dergeh ji sala 2014an ve ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê li pêşiya welatiyan hatibû girtin.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Rihayê, ev biryar piştî gavên girîng ên di mehên borî de hat girtin. Di 22ê Çileya 2026an de Rêveberiya Gumrika Girê Spî radestî aliyê Sûriyeyê hatibû kirin. Di encama rênimayiyên Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê û ji bo asayîkirina rewşa herêmê, biryar hat dayîn ku dergehê Akçakaleyê bi temamî were karkirin.

Parêzgariyê eşkere kir ku di vê qonaxa yekem de welatiyên Tirkiyeyê, welatiyên Sûriyeyê yên xwedî rêgeznameya Tirkiyeyê û ew welatiyên Sûriyeyê yên ku li Tirkiyeyê xwedî destûra nîştecîhbûnê yan jî kar in, dê karibin bi pasaportên xwe di vî dergehî re derbas bibin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, vekirina vî dergehî dê bibe sedema vejandina rewşa aborî û civakî ya herêmên sînorî. Tê payîn ku bi destpêkirina geştan, têkiliyên bazirganî û civakî yên di navbera Riha û Girê Spî de, hîn bêtir pêş bikevin û barê li ser dergehên din ên sînorî kêm bibe.