Termê yek ji zarokên windabûyî yên Geliyê Elî Beg hat dîtin
Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî 11 rojan ji lêgeriyanê, tîmên rizgarkirinê bi rêya teknolojiyê termê keça 17 salî li Geliyê Elî Begê vedît, lê çavên malbatê hîn li benda Ademê biçûk in.
Birêvebirê Berevaniya Şaristanî ya Soranê Karwan Mîrawdelî îro (Sêşem, 12ê Gulana 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand: "Termê Mîna Îsa ya 17 salî li Xelan-Biyawê hat dîtin."
Hevdem heta niha Termê Adem Xurşîd ê 3 salî nehatiye dîtin û pêvajoya lêgeriyanê berdewam e, ku ew jî pêştir bi kesên din re li Geliyê Elî Beg ketiye nav avê û winda bûye.
Înê, 1ê Gulana 2026an, bi şev di rûdaneke trafîkê de timbêlek, ku 5 kes tê de bûn, ketibû nav rûbarê Geliyê Elî Beg. Di dema rûdanê de jin û mêrek ji wê timbêlê peşîbûn û rizgar bûbûn, lê sê zarokên 3, 7 û 17 salî ketibûn nav avê.
Termê yek ji qurbanuiyên wê bûyerê, ku navê wî Lawend Xurşîd e û 7 salî ye, li roja Sêşemê, 5ê Gulana 2026ê, ji aliyê tîmên Berevaniya Şaristanî ve hatibû dîtin. Niha bi dîtina Termê Mîna Îsa, tenê Ademê 3 salî winda maye.
Herwiha di dema çend rojên borî de, tîmên Berevaniya Şaristanî ya Soranê jî çend teknîkên nû ji bo vedîtina termên qurbaniyan bi kar anîn. Wê demê, Rêveberê Berevaniya Şaristanî ya Soranê Karwan Mîrawdelî ji Kurdistan24ê re ragihandibû: "Bi hevkariya kompanyayeke kerta taybet û tîmeke endazyarî ji Hewlêrê, em teknîka nû bi kar tînin, ku ev cara yekê ye di warê berevaniya şaristanî de ji bo lêgeriyana di nav avê de tê bikaranîn."
Li ser awayê bikarkirina wî amûrî, Rêveberê Berevaniya Şaristanî ya Soranê amaje bi wê yekê kir ku ew amûr di şêweyê çargoşeyekê de ye û hestiyar anko senserên elektrîkî pê ve ne; dikare heta kûrahiya 15 metreyan û di bazineyeke 25 metreyî de, her tiştekî hesinî di nav avê de hebe, bi rêya nîşana rengan destnîşan bike.
Di encamê de îro termê Mîna Îsa ya 17 salî hat vedîtin. Bi dîtina termê Mîna Îsa, tenê temê Adem Xurşîd ê sêsalî maye ku nehatiye vedîtin.