Mamosteyekî Kurd: Min 5 şampiyonên cîhanê derxistin lê 'destxweşiyek' jî nedît

Navenda Nûçeyan (K24) – Mamosteyê bîrkariyê yê Kurd Bedirxan Kurt, ku li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê dijî, ragihand ku tevî ku şagirtên wî di pêşbirkeyeke navdewletî de serkeftineke bêhempa bi dest xistine, ji aliyê rayedaran ve hatine piştguhkirin. Kurt diyar kir, armanca wî ya herî mezin ew e ku xizmeta perwerdehiya zarokên li Herêma Kurdistanê bike.

Bedirxan Kurt îro 13ê Gulanê ji Kurdistanê re behsa "Pêşbirka Bîrkariyê" kir û da zanîn ku ev pêşbirka navneteweyî li 112 welatan tê lidarxistin û her sal nêzîkî 7 mîlyon mirov tê de beşdar dibin. Kurt diyar kir ku wî xwendevanên xwe bi salan e ji bo vê astê amade kirine û got: "9 xwendevanên min bûn fînalîst, lê 5 ji wan hemû pirs bi rastî bersivan dan û li cîhanê bûn yekemîn û şampiyon. Lê mixabin heta niha ne diyariyek, ne jî gotinek heye. 

Herwiha Kurt tekezî li ser wê yekê kir, "Pêdiviya min bi diyariyan nîne, lê heke kesek bêje 'Bedirxan destên te sax bin', ez ê gelekî kêfxweş bibim. Ev gotin jî nayê gotin, loma ez xemgîn im."

Bedirxan Kurt aşkere kir ku wî pirtûka bîrkariyê ya pola sêyemîn amade kiriye û dê di nava mehek an du mehan de were weşandin. Kurt behsa du formûlên xwe yên taybet kir ku di warê matematîkê de wekî "şoreşekê" ne.

Mamoste Bedirxan Kurt wiha axivî: "Pirseke ku di nava du xulekan (120 saniye) de tê çareserkirin, bi formûlên min herî zêde di nava 10-12 saniyan de tê çêkirin. Ev ji bo pêşketina zekaya zarokan gelekî girîng e."

Xeyala herî mezin a mamoste Bedirxan Kurt ew e ku sîstema xwe ya perwerdehiyê bigihîne Başûrê Kurdistanê. Kurt diyar kir ku wî hewl daye peywendiyê bi Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê re deyne, lê heta niha encameke şênber bi dest nexistiye.

Herwiha Kurt got: "Xeyala min a herî mezin ew e ku ez rojekê herim axa pîroz û wan zarokên pîroz perwerde bikim. Ez dixwazim perwerdeya zarokên Kurd bigihînim asta herî bilind a cîhanê. Ez ê ti carî dest ji xebatê bernedim û ji bo pêşxistina zanista bîrkariyê di nav civaka Kurd de berdewam bim."