Li Herêma Kurdistanê 600 amûrên rakêşana pereyan (ATM) hatine danîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Herêma Kurdistanê proseya dabeşkirina mûçeyên meha Nîsanê bi şêwazê dîjîtalî dest pê kir. Li gorî daneyên herî dawî, zêdetirî 762 hezar mûçexur bi rêya projeya "Hejmara Min" mûçeyên xwe werdigirin.

Projeya "Hejmara Min" ragihand, di vê mehê de hejmareke pêşeng a fermanber û mûçexwiran bi rêya kartên bankê mûçeyên xwe werdigirin ku di nav wan de 357 hezar fermanberên medenî, 218 hezar karmendên hêzên ewlehiyê û Pêşmerge, 168 hezar xanenişîn û 19 hezar kesên ji malbatên şehîdan cih digirin.

Ji bo hêsankirina proseya wergirtina pereyan, li seranserê Herêma Kurdistanê li 200 şûnên cuda 600 amûrên ATM hatine danîn. Berpirsên projeyê diyar kirin, plana wan heye di pêşerojê de 400 amûrên din jî lê zêde bikin.

Ji bo ku mûçexûr bi hêsanî bigihîjin amûrên ATM, xizmetguzariyeke nû ya nexşeyê hatiye amadekirin. Welatî dikarin bi vî rengî amûra herî nêzîk bibînin:

1- Serdana malpera fermî ya "Hajmari Min" bikin.

2- Di beşa "Xizmetguzarî" de vebijarka "Dîtina ATM" hilbijêrin.

3- Li wir nexşeyek heye ku cihê hemû amûran bi hûrgulî nîşan dide û bi yek klîkê welatî dikarin amûra herî nêzîkî cihê xwe destnîşan bikin.