Kurdên Şamê di bin barê giran ê aboriyê de mane

Navenda Nûçeyan (K24) – Li taxên wekî Wadî al-Meşarî û Zorava yên paytexta Sûriyeyê, Şamê, krîza aborî û bilindbûna bihayên kelûpelên rojane jiyana welatiyan ber bi astengiyên mezin ve biriye. Welatî diyar dikin ku ew êdî nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn dabîn bikin û mûçeyên wan li hemberî bihayên giran, têrê nakin.

Zinar Osman, ku xwediyê dikaneke bazirganiyê ye li taxê, diyar kir ku piranî karker li van taxan dijîn û rewşa wan a aborî gelekî xirab bûye.

Herwiha Osman got: "Rewş li vir gelekî zehmet e. Bihayê her tiştî wekî Ewropayê ye, lê mûçe tune ne, yan jî di asta sifirê de ne. Ji ber giranbûna kirêya xaniyan, mesrefên dibistanan û tunebûna xizmetguzariyan, xelk êdî nikare li vir bijî û neçar dibe koç bike."

Xwediyê dikaneke din, Hemîd Zuhêr jî bal kişand ser giranbûna sotemenî û enerjiyê. Zuhêr diyar kir ku mûçeyê fermanberekî asayî tenê têra heqê elektrîkê nake. 

Herwiha got: "Gaz, mazot û bi taybetî elektrîk gelekî biha bûne. Her çend hinek xizmetguzarî hebin jî, lê giranbûna jiyanê her tişt xistiye bin siya xwe. Xelk neçar e di du-sê karan de bixebite, da ku tenê bikaribe zikê xwe têr bike, lê dîsa jî têrê nake."

Karker û fermanberên li van taxan rastî fişareke mezin a aborî hatine. Welatî daxwaz dikin ku desthilatdar û aliyên peywendîdar bilez destwerdanê bikin, bihayên bazarê kontrol bikin û xizmetguzariyên bingehîn baştir bikin, da ku barê li ser milê wan hinekî sivik bibe.

Tê payîn ku eger rewş bi vî rengî berdewam bike, koçberiya ji taxên Kurdan ên Şamê ber bi deverên din ve zêdetir bibe.