Medyaya Îranê: 1500 keştî li Hurmizê li benda razîbûna Tehranê ne

Tengava Hurmizê
Tengava Hurmizê

Navenda Nûçeyan (K24) - Tengava Hurmizê di bin dorpêça dîplomatîk û leşkerî de ye; dema ku London û Parîs 'Hêza Deryayî' dişînin herêmê, Tehran bi karta 1500 keştiyên rawestiyayî gefa kontrolkirina mifteya aboriya cîhanê dixwe.

Ajansa "Fars"ê ya nêzîkî Artêşa Pasdaran îro (Çarşem, 13ê Gulana 2026ê) ragihand ku 1500 keştiyên biyanî li benda wê yekê ne ku Îran rêyê bide wan ku di Tengava Hurmizê re derbaz bibin.

Ev jî di demekê de ye ku Brîtanyayê duhî (Sêşem, 12ê Gulana 2026ê) ragihand ku ew dê bi dron, balafirên şer û keştiyên leşkerî ji bo parastina ewlehiya Tengava Hurmizê tevlî erkekî pirneteweyî bibe.

Ji aliyekî din ve jî, Hêzên Çekdar ên Fransayê li roja Çarşema borî tekez kir ku komeke balafirhilgir ber bi Deryaya Sor ve diçe, daku amadekariyan ji bo erkekî îhtîmalî di paşerojê de bike. Li gorî ajansa "Reuters"ê, ev liv û tevgera Parîsê di çarçoveya planeke hevpar a Fransa û Brîtanyayê de ye, ji bo parastina hatin û çûna keştiyan li Tengava Hurmizê.

Li beramberî wê yekê jî, Wezareta Derve ya Îranê li roja Yekşema borî hişyarî dabû ku her tevgereke Fransa û Brîtanyayê li Tengava Hurmizê bi hinceta "azadiya deryavaniyê" tê wateya serbazîkirina vê rêya avî ya hestiyar û ev yek dê bibe sedem ku bersiva Tehranê hebe.