Trump bi şandeyeke mezin a bazirganan gihîşt Çînê
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Çarşemê, 13ê Gulana 2026an, gihîşt paytext Çînê, Pekînê. Trump beriya gihîştina xwe aşkere kir ku bi wî re şandeyeke bilind a karsaz û serokên kompanyayên herî mezin ên cîhanê hene.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, serê sibê li ser tora xwe ya civakî "Truth Social" peyamek belav kir û diyar kir ku di vê serdanê de navên wekî Elon Musk (Tesla/X), Tim Cook (Apple), Jensen Huang (Nvidia), Larry Fink (BlackRock), Stephen Schwarzman (Blackstone), Jane Fraser (Citigroup), David Solomon (Goldman Sachs) û Cristiano Amon (Qualcomm) bi wî re ne.
Beşdariya van navan nîşan dide ku di serdanê de giranî dê li ser têkiliyên aborî û bazirganî be.
Donald Trump roja sêşemê, beriya ku ber bi Çînê ve bi rê bikeve, di bersiva pirseke berpirsê nivîsgeha Kurdistan24ê ya li Washingtonê de got: "Serdana min a bo Çînê dê erênî be û em ê civîneke gelek baş encam bidin."
Trump herwiha aşkere kir, wî berê bi telefonê bi Serokê Çînê Shî Jînpîng re axivî ye û her du alî jî bi coş li benda vê hevdîtinê ne. Trump anî ziman ku Amerîka û Çîn wekî du zilhêzên cîhanê xwedî têkiliyeke mezin in û wiha got: "Ez ê gotûbêjeke dirêj bi Shî Jînpîng re bikim, lê ez bawer nakim ji bo mijara Îranê pêdiviya min bi alîkariya wî hebe."
Li gorî daxuyaniya Koşka Spî, bernameya serdanê bi vî rengî hatiye plankirin:
- Roja Pêncşemê: Mersîma fermî ya pêşwazîkirinê û civîna dualî ya her du serokan dê were lidarxistin. Piştî civînan, Trump û Shî Jînpîng dê bi hev re serdana "Perestgeha Asman" (Temple of Heaven) bikin û êvarê jî beşdarî banketeke fermî bibin.
- Roja Înê: Her du serok dê civîneke din encam bidin û piştî wê Trump dê vegere Amerîkayê.