Umêd Xoşnaw: Iraq di mijara koçberan de ne tenê alîkar nebû, belkî bû sedema krîzê jî
Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw di "Korbenda Aştî û Azadiya Civakî" de ku li Diyaberê tê lidarxistin, bal kişand ser rewşa penaber û koçberên li Herêma Kurdistanê. Xoşnaw diyar kir, Hewlêrê bêyî cudahî derî li ber hemû koçberên ji Rojavayê Kurdistanê û parêzgehên din ên Iraqê vekiriye.
Parêzgarê Hewlêrê îro 13ê Gulanê di korbendê de aşkere kir, di dema herî giran a krîzê de, nêzîkî du mîlyon koçber û penaber berê xwe dane Herêma Kurdistanê û piranî li Hewlêr û Dihokê hatine bicihkirin.
Herwiha Xoşnaw got: "Berî ku kamp werin avakirin, me ev mirov di mizgeft, dibistan û projeyên avahiyan ên neqediyayî de hewandin."
Xoşnaw destnîşan kir jî, tevî guherîna rewşa Sûriyeyê û têkçûna DAIŞê, hîn jî 355 hezar koçber û penaber di kampên Hewlêrê de dimînin. Li Hewlêrê ji bo Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê (Bakur, Rojava, Rojhilat) kampên taybet hene.
Omêd Xoşnaw rexne li helwesta Hikûmeta Federal a Iraqê û saziyên navdewletî girt û got: "Me bi Bexdayê re peyman hebûn, lê ti peyman nehatin cîbicîkirin. Di wê dema ku 2 mîlyon koçber li cem me bûn, Hikûmeta Iraqê budceya Herêma Kurdistanê birî û barê me girantir kir. Herwiha ajansên Neteweyên Yekgirtî û welatên alîkar jî wekî ku pêwîst e alîkariya me nakin."
Derbarê biryara Bexdayê ya ji bo girtina kampan de, Xoşnaw got: "Hikûmeta Iraqê bi awayekî yekalî biryara girtina kampan daye. Lê Serokwezîr Mesrûr Barzanî her dem tekez dike ku em li dijî vegera bi zorê ya ti koçberekî ne. Her kengî koçber bi daxwaza xwe ya azad bixwazin vegerin, em ê her cure hêsankariyê ji wan re bikin."