Beriya lûtkeya Pekînê; Amerîka û Çîn nêzîkî peymaneke 30 milyar dolarî dibin

Donald Trump û Xi Jiping
Donald Trump û Xi Jiping

Navenda Nûçeyan (K24) - Tê çaverêkirin ku vê hefteyê Waşinton û Pekîn mîkanîzmeke nû ji bo birêvebirina bazirganiyê rabigihînin. Li gorî vê planê, her du alî dê bacên gumrikê li ser kelupelên asayî bi qasî 30 milyar dolaran kêm bikin, ku ev jî wekî guherîneke giring di siyaseta îdareya Trump a li beramberî Çînê de tê dîtin.

Li gorî zanyarên ajansa Reutersê, berpirsên Amerîka û Çînê ji bo avakirina dezgehekê bi navê "Encûmena Bazirganiyê" kar dikin. Armanca vê encûmenê vedîtina xalên hevpar ji bo kêmkirina bacên li ser wan kelupelan e yên ku peywendiya wan bi ewlehiya neteweyî ve nîne, daku her du alî bikarin bi qasî 30 heta 50 milyar dolaran lihevguhertina bazirganî ya nû bikin.

Xala herî berçav di van danûstandinan de ew e ku Waşinton êdî daxwazê ji Pekînê nake ku modela xwe ya aborî ji bo modela bazara azad a Amerîkayê biguhere. Nûnerê Bazirganiyê yê Amerîkayê Jamieson Greer ev awayê nû wekî "bihevgirêdan" bi nav kir, ku armanca wê guncandina du sîstemên aborî yên cuda ye bêyî ku bizavên bikin yekdu biguherînin.

Amadekariyên Lûtkeyê

Wekî amadekariyekê ji bo lûtkeya Trump û Xi Jinping, Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent û Cîgirê Serokwezîrê Çînê He Lifeng îro (Çarşem, 13ê Gulana 2026ê) li bajarê Înçiyonê yê Koreya Başûr ji bod ema sê saetan civiyan. Her çend tu daxuyaniyeke fermî nehatibe belavkirin jî, lê çavkanî dibêjin ku rê ji bo lihevkirina "30 milyar li beramberî 30 milyaran" hatiye xweşkirin.

Ev bizava nû ya her du welatên zilhêz piştî daketineke berçav di asta bazirganiya her du welatan de tê; lihevguhertina bazirganî bi rêjeya 29% daketiye û gihîştiye 415 milyar dolaran. Herwiha kurtanîna Bazirganiyê ya Amerîkayê li beramberî Çînê ji bo 202 milyar dolaran daketiye, ku di du dehsalên borî de asta herî nizm e.

Tevî vê asayîkirinê di kerta kelupelên asayî de, Amerîka tekez dike ku bacên giştî û qedexeyên tund ên li ser hinardekirina teknolojiyên pêşkeftî (wekî çîpên elektronîk) wekî xwe dimînin, ji ber ku ev bi ewlehiya neteweyî ve girêdayî ne.

Ev lihevkirina çaverêkirî, eger ji aliyê Trump û Xi Jiping ve li Pekînê bê îmzekirin, dê bibe sedema çêkirina hevsengiyeke nû di şerê sar ê aborî yên di navbera her du welatan de.