Putin: Mûşekên me dê ji hemî sîstemên berevaniyê yên cîhanê derbaz bibin

Vladimir Putin
Vladimir Putin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Rûsyayê ragihand ku welatê wî dê li ser pêşxistina sîstemên mûşekî yên nû berdewam be, ku şiyana wan hebe ji hemî "mertalên berevaniya mûşekî" yên niha û yên paşerojê derbaz bibin.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin îro (Çarşem, 13ê Gulana 2026ê) di çarçoveya serdaneke meydanî de ji bo "Peymangeha Moskoyê ya Teknolojiya Germiyê" (MIT), ku yek ji giringtirîn navendên pîşesaziya serbazî ya Rûsyayê ye, tekez li ser bihêzkirina şiyana leşkerî ya welatê xwe kir.

Ew peymangeha ku Putin serdana wê kiriye cihê dahênan û çêkirina giringtirîn mûşekên atomî yên stratejîk ên Rûsyayê ye; wekî sîstemên "Topol", "Yars" û "Bulava". Serokê Rûsyayê ji wê derê peyameke tund arasteyî neyarên xwe kir û got: "Bêguman, em dê li ser nûkirin û pêşxistina hêzên xwe yên atomî yên stratejîk berdewam bin."

Putin eşkere jî kir ku armanca Rûsyayê çêkirina mûşekên wesa ye ku xwedî "hêzeke şer a bêhempa" bin. Tekez jî kir ku ev mûşekên nû bi awayekî tên dîzaynkirin ku bikarin li ser hemî sîstemên berevaniya mûşekî zal bibin, çi ew sîstem niha hebin, çi jî di paşerojê de bên çêkirin.

Ev daxuyaniyên Putin di demekê de ne ku hevrikiyên çekdarî û pêşbirkêya leşkerî ya di navbera Rûsyayê û welatên Rojava de gihîştiye asta herî bilind. Mosko dixwaze bi van pêngavan serdestiya xwe di warê çekên stratejîk de biparêze.