Hoşyar Zêbarî: Divê hikûmeta nû ya Iraqê bi lez bê avakirin

Hoşyar Zêbarî
Hoşyar Zêbarî

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamekî Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî ya PDKê ragihand ku Iraq xwediya hemî pêdivîtiyên pêşxistinê ye, lê ji ber "krîza serkirdetiyê" dinalîne. Eşkere jî kir ku 182 parlamenterên Iraqê dixwazin biçin hecê û eger ev yek bibe, avakirina hikûmetê dê bi lez nayê bikaranîn.

Endamê Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî ya PDKê Hoşyar Zêbarî îro (Çarşem, 13ê Gulana 2026ê) di paneleke "Diyaloga Iraqê 2026" de şîroveyeke berfireh ji bo rewşa ewlehî û siyasî ya Iraqê, pêgeha Herêma Kurdistanê û astengiyên li pêşiya avakirina hikûmeta nû ya Iraqê pêşkêş kir.

Hoşyar Zêbarî di destpêka axaftina xwe de tekez li ser bingehên neguher ên Herêma Kurdistanê kir û got: "Herêma Kurdistanê parek ji tenahiya deverê ye û li ser tu aliyekî nabe gef."

"Kurdistan di navbera agirê Amerîka û Îranê de"

Navbirî bal kişand ser rûdanên vê dawiyê û got: "Di dema şerê 40 rojî yê di navbera Amerîka û Îranê de, hejmara wan êrîşên ku ji aliyê Îran û mîlîsên Iraqî ve hatine ser Herêma Kurdistanê bêwêne bûn. Lê ev yek bû nîşana wê yekê ku Kurdistan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê parek ji ewlehiya reha ya deverê ne; lewma me karî hevsengiyê biparêzin û nebin parek ji wî şerî."

Endamê Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî ya PDKê li ser rola hêzên navdewletî jî pesnê hevpeymanan kir û diyar kir: "Dostên me yên Amerîkayî alîkar bûn û em piştrast kirin ku ew ligel me ne. Wan berevanî ji berjewendiyên xwe û Herêma me jî kir û qurbanî jî dan.”

Hoşyar Zêbarî eşkere jî kir ku di encama wan êrîşan de du serbazên Fransî canê xwe ji dest da, herwiha Brîtanyayî jî ji bo pir alîkar bûn ji bo ku em bi hev re berevaniyê ji Herêma Kurdistanê bikin."

Krîza Rêbertiyê û 'Astenga Hecê'

Zêbarî di pareke din a axaftina xwe de jî diyar kir ku ji bo pêşveçûna Iraqê, pêdivîtî bi aramiya siyasî heye û got: "Di dema şerê di navbera Amerîka û Îranê de, welatên Kendavê wesa difikirin ku Iraq bûye çavkaniya nemana tenahiyê ne ku tenê ji bo gelê xwe belkî ji bo cîranên xwe jî, bi taybetî dema ku mîlîsan êrîşî ser Kuweyt, Îmarat, Siûdiye û Urdinê kir.”

Navbirî herwesa pirsî: “Gelo ew welat dê çawa careke din baweriyê bi Iraqê bînin û dê çawa têkiliyê bi welatekî wesa re danin? Xudê her tişt daye Iraqê; saman, cografya û mirovên rewşenbîr, lê tiştê ku di van salên borî de nebûye 'serkirdetiyeke rast' bûye."

Endamê Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî ya PDKê li ser meydana siyasî ya niha ya Iraqê hêvî xwest ku kabîneya nû bê pesendkirin, heta eger pareke biçûk jî be, herwesa daxwaz jî kir ku arêşeyên li ser Wezareta Petrolê û mijarên din bi lez bên çareserkirin.

Hoşyar Zêbarî li dawiyê jî hişyarî li ser paşketina wê pêvajoyê da, ji ber sedemeke çaverênekirî û ragihand: "182 parlamenterên Iraqê dixwazin biçin hecê. Eger ev yek rû bide, bi piştrastî ve hikûmeta Iraqê bi lez nayê avakirin."