CENTCOMê amara meheke dorpêça li ser Îranê belav kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) raporteke berfireh li ser meha yekê ya dorpêça deryayî ya li ser benderên Îranê belav kir, ku tê de hêz û şiyanên leşkerî tên yekcar mezin ji bo lengkirina hatin û çûna deryayî ya Tehranê hatine bikaranîn.
Li gorî wan zanyarên ku CENTCOMê belav kirine, ev ji bod ema çar hefteyan e ku Amerîkayê dorpêçeke tund xistiye ser hemî wan keştiyên ku diçin nav benderên Îranê yan jî jê derdikevin. Armanca vê dorpêçê birîna "şademara aborî" ya Îranê di dilê hevrikiyên leşkerî de ye.
Di wê raportê de hatiye eşkerekirin ku ji bo misogerkirina bicihanîna vê dorpêçê, Amerîkayê hêzeke mezin li deverê kom kiriye ku ji van pêk tê:
- Zêdetir ji 15,000 serbazan.
- 200 balafirên şer û çavdêriyê.
- 20 keştiyên şer ên mezin.
Encamên Operasyonê:
CENTCOMê eşkere kiriye ku heta niha encamên dorpêçê bi vî awayî ne:
- 67 keştiyên bazirganî: Piştî hişyariya hêzên Amerîkayî hatine neçarkirin ku arasteya xwe biguherînin û pabendî dorpêçê bibin.
- 15 keştiyên mirovî: Tenê rê hatîye dan ku ew keştiyên ku alîkariyên mirovî hilgirtine derbaz bibin.
- 4 keştî: Ji ber ku nexwestiye pabendî rênimayan bibin, ji aliyê hêzên Amerîkayê ve bi qestî hatine lengkirin û ji tevgerê hatine rawestandin.
Di wê raportê de amaje bi wê yekê jî hatîye kirin ku di destpêka vê hefteyê de, hêzên Amerîkayê du keştiyên din ên bazirganî neçar kirine ku vegerin. Piştî ku wan keştiyan bersiva peywendiyên wan ên radyoyî nedabû, hêzên Amerîkayê bi çekên sivik "fîşekên hişyariyê" bi ser wan de teqandine û ev yek jî bûye sedem ku ew keştî yekser paşve bikişin.
CENTCOMê tekez jî kiriye ku ev operasyon dê berdewam bike û hêzên wan di amadebashiya herî bilind de ne, ji bo rûbirûbûna her bizaveke ku bixwaze dorpêça deryayî ya li ser Îranê bişkîne.