Hêmin Hewramî: Tenê 5% lihevkirinên Hewlêr û Bexdayê hatine bicihanîn

Hêmin Hewramî
Hêmin Hewramî

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamê Mekteba Siyasî ya PDKê hişyarî li ser hilweşîna sîstema siyasî ya Iraqê da û ragihand ku bicihneanîna destûrê û lihevkirinan sedema sereke ya krîzan e. Eşkere jî kir ku ji 67 xalên bernameya hikûmetê yên girêdayî Herêma Kurdistanê, tenê 4 xal hatine bicihanîn.

Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî îro (Çarşem, 13ê Gulana 2026ê) di paneleke taybet de bi navê "Diyaloga Iraq 2026" li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê şiroveyeke hûr li ser rewşa Iraqê û peywendiyên Hewlêr û Bexdayê pêşkêş kir.

Hêmin Hewramî destnîşan jî kir ku Iraq niha di nav krîzeke "sîstematîk" de derbaz dibe û êdî çareseriyên demkî bê feyde ne. Tekez jî kir ku her çareseriyek divê di çarçoveya pêvajoyekê de be, ku hemî pêkhate û neteweyên Iraqê tevlî wê bibin daku aramiyeke rastîn peyda bibe.

Amara Peymanên Şikestî:

Hêmin Hewramî di gotara xwe de asta bicihanîna peymanên ku bi Herêma Kurdistanê hatine dan eşkere kir û got:

- Nêzîkî 55 madeyên destûrî heta niha hatine piştguhkirin.
- Ji wan 20 xalên siyasî yên ku ligel Mihemed Şiya Sûdanî hatibûn îmzekirin, tenê çend xalên kêm hatine destpêkirin.
- Ji 67 xalên bernameya hikûmetê li beramberî Herêma Kurdistanê, tenê 4 xal hatine bicihanîn.
- Ev amar jî nîşan dide ku tenê 5% ji lihevkirinan ketine di warê bicihanînê de.
Endamê Mekteba Siyasî ya PDKê amaje bi wê yekê jî kir ku ev piştguhkirina mezin bûye sedema krîza nebûna baweriyê û alozîyên berdewam li Iraqê.

Arêşe ne di Kesatiyê de ye:

Hewramî li ser sedema çaresernebûna arêşeyan got ku pirsgirêk ne di kesatiya serokwezîr de ye, belkî di wê "jîngehê siyasî" de ye ya ku tê de kar dikin. Wî mînaka Adil Ebdulmehdî anî û got: "Tu kesî wekî wî peywendiyên baş ligel Herêma Kurdistanê tune bûn, lê jîngehê siyasî rê neda ku arêşe bi dawî bibin."

Navborî li dawiyê jî diyar kir ku Kurdan ligel "Çarçoveya Hevahengiyê" peymaneke siyasî heye û hêvî xwest ku ew alî li ser bingeha destûrê pabendî wê peymanê bin. Di derheqa wê yekê de jî ku tê gotin ku Herêma Kurdistanê ji desthilatên xwe derketiye got: "Her fikareke hebe, divê tenê bi rêya diyalogê bê çareserkirin, ne bi zext û birîna budceyê."