Iraqçî: Baweriya me bi welatê Çînê heye

Wezîrê Derve yê Çînê: Şerê Amerîkayê li dijî Îranê neqanûnî û nerewa ye

Ebas Iraqçî
Ebas Iraqçî

Navenda Nûçeyan (K24) - Ajansa nûçeyan a “Fars”ê ragihand ku peywendiyên di navbera Îran û Çînê de ber bi xurtbûneke zêdetir ve diçin; di nûtirîn pêşhat de jî, Wezîrê Derve yê Îranê baweriya temam a welatê xwe bi Pekînê ragihand û Çînê jî şerê Amerîkayê yê li dijî Tehranê şermezar kir.

Ajansa "Fars"ê ya Nûçeyan îro (Çarşem, 13ê Gulana 2026ê) di raportekê de amaje bi wê yekê kir ku tevî wan krîzên li pey hev ên ku di salên borî de ji aliyê welatên Rojava ve hatine peydakirin —ji şerê aborî û hevrikiya biwekiltî bigire heta rûbirûbûna rasterast— peywendiyên di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Komara Çînê de her gav ber bi pêşveçûn û xurtbûnê ve çûne. Ji vî alî ve, şarezayên siyasî asoya peywendiyên Tehran û Pekînê pir erênî dinirxînin.

Ajansa navborî da zanîn jî ku hevoka "Baweriya me bi Çînê heye" diyartirîn daxuyaniya Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî bû di serdana hefteya borî de ji bo Pekînê, piştî civîna wî ya ligel hevtayê wî yê Çînî.

Li gorî zanyarên ajansê, di wê hevdîtinê de Ebas Iraqçî hêvî xwestibû ku Çîn li ser rola xwe ya çalak û bibandor ji bo pêşxistina pêvajoya aştiyê û bidawîanîna hevrikiyan berdewam be; herwiha piştgiriyê bide avakirina çarçoveyeke nû ya ewlehî û siyasî ji bo qonaxa piştî şer li deverê.

Ajansa "Fars"ê eşkere jî kir ku Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi tevî ku şerê Amerîkayê yê li dijî Îranê wekî pêngaveke "nayaqanûnî û nerewa" bi nav kir, ragihand ku ragihandina agirbesteke temam di qonaxa niha de karekî pir pêwîst û vebir e.

Wezîrê Derve yê Çînê tekez li ser giringiya berdewamiya peywendiyên rasterast ên di navbera her du welatan de di vê rewşa hestiyar de kir û got: "Dever di rewşeke hestiyar de derbaz dibe, di vê qonaxê de jî hevahengiyên di navbera Tehran û Pekînê de dikarin roleke yekalîker û bingehîn bilîzin."