Serokwezîr Mesrûr Barzanî pira bilind û cadeya dualî ya 40 metreyî ya Soranê vedike

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro pêncşemê, 14ê Gulana 2026an, pire û cadeya dualî ya 40 metreyî ya Soranê tê vekirin.

Di 28ê Gulana 2024an de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Îdareya Serbixwe ya Soranê kevirê bingehîn ê çend projeyan danîbû; yek ji wan projeyên stratejîk pira bilind û cadeya dualî ya 40 metreyî ya Soranê bû.

Ev cadeya dualî, 5 kîlometre dirêj e. Di nava vê cadeyê de pira herî bilind a li ser asta Iraq û Herêma Kurdistanê cih digire; dirêjiya wê 250 metre û bilindahiya wê jî 23 metre ye. Lêçûna pirê 28 mîlyar dînar e û tevahiya budceya projeyê 50 mîlyar û 500 mîlyon dînar e.

Xebatên li ser vê projeyê bi du şîftan û bi şev û roj hatin meşandin; 350 karker, 14 rûpîv û 10 endezyar di vê projeyê de xebitîn û di destpêka sala 2026an de karên projeyê bi dawî bûn.

Ev proje ji bilî ku dîmenekî ciwan dide herêmê, navenda Soranê bi navçeya Mêrgesorê ve girêdide û dibe sedema hêsankariyeke mezin di çûnûhatina şofêran de.

Soran di 14ê Îlona 2021ê de, ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ji qezayê, bi fermî wekî "Îdareya Serbixwe" hat ragihandin û şeş qezayan li xwe digire.