Rêya Dualî ya Soranê: Bûyerên trafîkê bi rêjeya %90 kêm bûne

Navenda Nûçeyan (K24) – Berfirehkirina rêya di navbera Hewlêr û Soranê de, bi taybetî li herêma Spîlik-Xelîfanê, bûye sedema kêmbûneke berçav di qezayên trafîkê de. Welatî û şofêrên herêmê diyar dikin ku piştî rê bûye dualî (du-sayd), qelebalixiya ku bi kîlometreyan berdewam dikir, bi temamî ji holê rabûye.

Şofêrên ku rojane vê rêyê bikar tînin, kêfxweşiya xwe ji nûjenkirina rêyan anîn ziman. Xazî Zirar ku şofêrekî herêmê ye, ji Kurdistan24ê re got: "Ev rê berê gelekî qelebalix bû, lê piştî ku bû dualî, ew trafîka giran nema û qezayên trafîkê %90 kêm bûne."

Şofêr Nesredîn Îsmaîl spasiya Hikûmeta Herêmê kir û daxwaz kir ku rêya Gelî jî wekî vê rêyê were firehkirin. Herwiha şofêrEyûb Ebûbekir Xidir bal kişand ser kalîteya karên ku di serdema Serokwezîr Mesrûr Barzanî de têne kirin û destnîşan kir ku ev proje bi hûrî û bi awayekî stratejîk têne meşandin.

Ji ber firehbûna rê, êdî xitimandina trafîkê çênabe û ji ber vê yekê hejmara polîsên trafîkê yên li ser rê jî hatiye kêmkirin. Berdevkê Polîsê Trafîkê yê Soranê Muhsin Tehsîn diyar kir, serkeftineke mezin li ser rêya Spîlik-Xelîfan hatiye bidestxistin.

Herwiha Tehsîn got: "Ji dema ku rê bûye dualî, qezayên me gelekî kêm bûne. Her çend qeza bi temamî neqediyan be jî, lê êdî qezayên wiha giran ku bibin sedema mirin an birîndarbûnê çênabin. Ev ji bo tevahiya îdareya Soranê nûçeyeke gelekî baş e."

Avakirina rê û piran, stûna sereke ya plana Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Di çarçoveya vê planê de:

- Li sînorê Îdareya Serbixwe ya Soranê 20 kîlometre rê bûn dualî.

- Gelek rêyên din hatine çêkirin û qîrkirin.

- Armanc ew e ku rêya ji herêma Bêgendan – Hewlêr heta sînorê Komara Îslamî ya Îranê bi temamî bibe dualî.