Bi amadebûna konsulên Brîtanya û Holandayê, darizandina Lahur û Polad dest pê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha 2emîn a Tawanan a Silêmaniyê ji bo dadgehkirina Lahur Şêx Cengî, Polad Şêx Cengî û çend tohmetbarên din ên girêdayî doza "Bûyera Lalezarê" îro 14ê Gulana 2026an civiya.
Li gorî agahiyên peyamnêrê Kurdistan24ê, rûniştina îro ji rûniştinên berê cuda ye. Civîna îro bi taybetî ji bo girtina îfadeyên tohmetbaran bi awayekî fermî li beramberî dadwer hatiye veqetandin.
Tohmetbarên vê dozê li gorî Madeya 56ê ya Yasaya Sizayê ya Iraqê tên darizandin. Her çend berê di Dezgeha Asayîşê de îfadeyên wan hatibin girtin jî, îro gotinên wan di çarçoveyeke yasayî de û li beramberî dadgehê wekî belgeyên fermî tên tomarkirin.
Ji bo ji nêzîk ve şopandina rûniştinê û çavdêriya rêkarên yasayî, Konsulên welatên wekî Brîtanya û Holandayê tevî nûnerên çend welatên din di hola dadgehê de wekî çavdêr amade bûn.