Mesrûr Barzanî: Parlamen û hikûmet divê di xizmeta hemwelatiyan de bin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro pêncşemê 14ê Gulana 2026an, piştî vekirina projeya cadeya dualî ya 40 metreyî ya Soranê, tekez kir ku ew piştgiriya aktîfkirina Parlamena Kurdistanê û pêkanîna hikûmeta nû dikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser giringiya sazî û dezgehên fermî û diyar kir ku divê parlamen û hikûmet bi awayekî berpirsyarî bersiva daxwaz û ramanên xelkê Kurdistanê bidin. 

Mesrûr Barzanî got: "Em ji roja yekem ve piştgirê aktîfkirina parlamenê û pêkanîna bi lez a hikûmetê ne. Ev yek ne tenê di berjewendiya xelkê Kurdistanê de ye, di heman demê de di berjewendiya hemû aliyên siyasî de ye jî."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir, armanca hilbijartinan ew e ku gel baweriyê bide aliyên siyasî û pêwîst e alî jî bi dilsozî û bi amekdarî vê berpirsyariyê bigirin ser milên xwe.

Derbarê peywendiyên bi Hikûmeta Federal a Iraqê re, Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser parastina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê kir û got: "Pêwîst e mafên xelkê Kurdistanê neyên binpêkirin û xizmetguzarî bi awayekî wekhev li seranserê Iraqê werin dabînkirin. Her wiha divê bernameyeke xurt û kûr ji bo çareserkirina hemû kêşe û pirsgirêkên heyî were danîn."