Li 23 bajaran operasyonek dijî madeyên hişbir hat lidarxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgariya Diyarbekirê da zanîn ku li dijî bikaranîn û bazirganiya madeyên hişbir, operasyonek berfireh hatiye lidarxistin ku li 23 bajaran bi 2670 personelan operasyon hatiye kirin û 402 kes hatine binçavkirin.
Parêzgariya Diyarbekirê îro 14ê Gulanê da zanîn, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve operasyonek dijî madeyên hişbir ku navenda wê Diyarbekir e hatiye lidarxistin.
Diyar kir jî, operasyon bajarên wek Diyarbekir, Ruha, Mêrdîn, Wan û Meletî jî tê de li 23 bajaran hatiye endamdan û Di operasyonan de 2670 personel cih girtine.
Li gorî parêzgariyê, di operasyonan de, ji 3 hezarî zêdetir tawan hatine tomarkirin, hêzên ewlekariyê avêtine ser 302 navnîşanan û 402 kes jî hatine binçavkirin.
Cîgirê Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Alî Çelîk li Diyarbekirê derbarê operasyonê de amaje kir ku bi serkêşiya Serokomar Recep Tayîp Erdogan û Wezîr Mustafa Çîftçî, ewê rê nedin ku kolan û dibistan bêxwedî bimînin û dê ji hilberînê heta firotinê hemu kes dê werin peydakirin û werin sizadan.