DEM Partî: Li parlamentoyê divê axaftinên Kurdî bi Kurdî bên tomarkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Di daxwaznameya ku pêşkêşî serokatiya parlamentoya Tirkiyeyê hat kirin de; hat xwestin ku axaftinên Kurdî bi nivîsîna xwe ya resen werin tomarkirin, sansûr/astengî bisekine û li şûna têbiniya ‘peyva ne bi Tirkî’, gotina ‘bi Kurdî hatiye gotin’ werê bikaranîn.
Parlamentera Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya Şirnexê Nevroz Uysal Aslan, bi daxwaza ku axaftinên Kurdî di girtînameyên Lijneya Giştî ya parlamentoya Tirkiyeyê û komîsyonan de bi şêwazê xwe yê resen û bi navê “Kurdî” werin qeydkirin, serlêdanek pêşkêşî serokatiya parlamentoyê kir.
Di daxwaznameyê de hat destnîşankirin ku girtînameyên parlamentoyê "belgeya fermî ya vîna gel, temsîliyeta siyasî û bîra demokratîk e" û wiha hat gotin: “Divê ziman, wate û têkiliya her gotina ku di bin banê parlamentoyê de tê gotin, were parastin. Dema ku zimanê gel ji girtînameyan tê jêbirin, ne tenê peyvek tê derxistin; di heman demê de bîr, temsîliyet û gotina wî gelî jî tê kêmkirin.
Axaftinên “Jin Kart” û “Şaredariya Xelfetî” ji girtînameyan hatin derxistin
Di serlêdanê de bal hate kişandin ser bûyerên ku di 17'ê Mijdara 2025'an de, di dema hevdîtinên budçeya sala 2026'an a Wezareta Karên Navxweyî de li Komîsyona Plan û Budçeyê qewimîne. Hat diyarkirin ku axaftinê wekî “Jin kart” û “Şaredariya Xelfetî” ku parlamenterên DEM Partiyê di axaftinên xwe de bi kar anîne, di destpêkê de bi şêwazê xwe yê resen derbasî girtînameyan bûne lê piştre hatine derxistin û li şûna wan nîşana “...” hatiye danîn. Her wiha hat ragihandin ku li binê rûpelê jî têbiniya “Di vê beşê de ji aliyê axivêr ve peyvên ku ne Tirkî ne hatine bikaranîn” hatiye nivîsandin.
Di daxwaznameyê de hat diyarkirin ku mînaka di komîsyonê de jî nîşan dide ku axaftinên Kurdî dikarin bi şêwazê xwe yê resen derbasî girtînameyan bibin û wiha hate gotin: “Tevî vê yekê, bi mudaxaleyeke îdarî ya ku piştre tê kirin, nav û gotina Kurdî ji bîra parlamentoyê tê jêbirin. Ev yek nayê qebûlkirin.”
Ji bo Kurdî sê daxwaz hatin kirin
Di serlêdanê de her wiha hat daxwazkirin ku dawî li sansurkirina/astengkirina axaftinên Kurdî ya bi nîşana “...” bê anîn, peyvên Kurdî bi nivîsîna xwe ya resen a bi tîpên Latînî werin tomarkirin û li şûna îfadeya “peyv/peyvên ne Tirkî”, têbiniya “Ji aliyê axivêr ve bi Kurdî hatiye gotin” werê bikaranîn.
Di daxwaznameyê de herî dawî ev gotin hatin bikaranîn:
“Qeydên parlamentoyê nikarin bi pergaleke tomarkirinê ya ku gotina gelan kêm dike werin bîranîn. Girtînameya parlamentoyê nabe ku bibe perdeyeke ku ser zimanên din digire. Axaftina Kurdî, divê wekî Kurdî derbasî qeydan bibe.