Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya biryara dadgehê bo cezakirina Ecac kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya biryara dadgehê ya li ser cezakirina Celadê Nugreselmanê tawanbar "Ecac Tikrîtî" kir, û ragihand ku ev biryar serkeftina dadperweriyê ye û peyameke ron e ku tawanên jenosîdê yên li dijî gelê Kurdistanê qet kevn nabin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Pêncşem, 14ê Gulana 2026ê) di peyamekê de li ser tora civakî ya “X”ê helwesta xwe li ser cezakirina serpereştyarê girtîgeha Nugreselmanê di dosya Enfalê de nîşan da.
Nêçîrvan Barzanî di destpêka peyama xwe de diyar kir: "Ez pêşwaziya biryara dadgehê ji bo cezakirina tawanbar celadê Nugreselmanê Ecac Tikrîtî dikim. Ev biryar serkeftin û bicihanîna dadperweriyê û bi kêmî ve dildana kesûkarên Enfalkiriyan e."
Serokê Herêma Kurdistanê herwiha spasiya hemî aliyên ku di vê dozê de ked dane kir û got: "Ez destxweşiyê li dadweran, parêzeran, şahidên wêrek û hemî wan kesan dikin ên ku di gihandina tawanbar bi cezayê qanûnî de hevkar bûn."
"Tawanên li dijî Kurdan nayên jibîrkirin"
Nêçîrvan Barzanî tekez jî kir ku ev cezakirina piştî derbazbûna gelek salan rastiyeke mezin îspat dike: "Cezakirina vî tawanbarî piştî gelek salan peyameke ron e ku tawanên jenosîd û dijî mirovahiyê di derheqa gelê Kurdistanê de, qet kevn nabin û destê dadperweriyê her dê bigihe tawanbaran. Îro careke din hat îspatkirin ku îradeya maf û jiyanê ji hemî stem û dirindeyiyekê bihêztir e."
Bangewazî ji bo Qerebûkirina Qurbaniyan
Di pareke din a peyama xwe de, Serokê Herêma Kurdistanê daxwazên mafperweriyê yên Herêma Kurdistanê di rûyê Bexdayê de tekez kirin û ragihand: "Her bi vê minasibetê em tekez dikin ku divê hikûmeta Iraqê ya federalî erkê xwe bi cih bîne û qerebûya madî û menewî ya qurbaniyên Enfalê bike, ku Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê wekî jenosîd nasandiye."
Di dawiya peyama xwe de jî, Nêçîrvan Barzanî rêz li bîranîna şehîdan girt û got: "Bîranîna şehîdên Enfalê û tevahiya şehîdên Kurdistanê herdem bilind û canê wan şa û asûde be."
Celadê Nugraselman kî ye û tawanên wî çi ne?
Ecac Ehmed Herdan Tikrîtî fermandarekî leşkerî yê rejîma Beisê li zindana navdar a "Nugreselman"ê li parêzgeha Semaweyê bû. Ew bi hovîtiya xwe dihat naskirin. Di nav tawanên wî de ev hene:
- Eşkencekirina girtiyan bi hiştina wan di bin tîrêjên tîna rojê ya çolê de.
- Kuştin û binaxkirina mirovan bi zindî.
- Destdirêjiya li ser jinên girtî yên Kurd.
Piştî 37 salan hat girtin
Ecac Ehmed piştî nemana rejîma Beisê li sala 2003ê, ber bi Sûriyeyê ve reviyabû û li nêzî Şamê binecih bûbû. Du kurên wî, ku endamên El-Qaîdeyê bûn, di şer de hatibûn kuştin.
Dezgeha Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê piştî operasyoneke sîxurî ya berfireh, ku 6 mehan vekêşa, di tîrmeha 2025ê de karî wî tawanbarî li parêzgeha Selahedînê bigire.