Civîna Parlamentoya Iraqê hat paşxistin

Navenda Nûçeyan (K24) - Parlamentoya Iraqê bi piraniya dengên parlementeran bawerî da karnameya wezarî û 14 wezîrên kabîneya nû ya Serokwezîrê Raspartî Elî Zeydî; lê ji ber alozî û pevçûnan ew rûniştin hat paşxistin.

Bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û hejmareke serkirdeyên siyasî yên pilebilind ên Iraqê, Parlamentoya Iraqê îro (Pêncşem, 14ê Gulana 2026ê) saet 17:45 bi merema dengdana li ser kabîneya nû ya hikûmetê civiya.

Li gorî zanyariyan, di destpêka rûniştinê de 166 parlementer amade bûbûn, lê piştre hejmara parlementerên pişkdar gihîşt 270 kesan.

Di çarçoveya civînê de, Serokê Parlamentoyê daxwaz ji Serokwezîrê Raspartî Elî Falih Zeydî kir ku karnameya xwe ya wezarî bixwîne, daku dengdan li ser wê bê kirin. Piştî xwendina karnameyê, Parlamentoya Iraqê bi piraniya dengan karnameya hikûmeta nû pejirand.

Bawerî bi 14 Wezîran Hat Dan:

Piştre pêvajoya dengdanê li ser berbijarên wezaretan hat destpêkirin û Parlamentoya Iraqê dengê baweriyê da 14 wezîrên kabîneya Elî Zeydî. Ew wezaretên ku wezîrên wan hatine pejirandina ev in:

- Wezareta Derve
- Wezareta Petrolê
- Wezareta Dadê
- Wezareta Darayî
- Wezareta Elektrîkê
- Wezareta Tenduristiyê
- Wezareta Jîngehê
- Wezareta Çandiniyê
- Wezareta Perwerdeyê
- Wezareta Veguhestinê
- Wezareta Bazirganiyê
- Wezareta Çavkaniyên Avê
- Wezareta Pîşesaziyê
- Wezareta Peywendiyan
Alozî Derket û Rûniştin Hat Paşxistin:

Di dawiya wê pêvajoyê de û piştî serkeftina dengdana li ser karnameyê û 14 wezîran, li ser navên çend wezaretên mayî (wekî navxweyî, plankirin û xwendina bilind) alozî û pevçûn di navbera parlementeran de derketin. Ji ber vê yekê jî, Serokê Parlamentoyê biryar da ku rûniştina parlamentoyê ji bo demeke din bê paşxistin.