Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Nêçîrvan Barzanî, bi merema tevlîbûna di rûniştina Encûmena Nûnerên Iraqê û bawerîdana bi kabîneya wezarî ya Elî Zeydî, serdana Bexdayê dike.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku; Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî vê êvarê (Pêncşem, 14ê Gulana 2026ê) ber bi Bexdayê ve bi rê dikeve.
Serokatiya Herêma Kurdistanê eşkere jî kir ku armanca serdana Nêçîrvan Barzanî amadebûna wî ya di civîna çarenivîssaz a Parlamena Iraqê de ye, ji bo bawerîdana bi kabîneya wezarî ya Elî Zeydî.
Biryar e ku civîna Parlamena Iraqê ji bo dengdana li ser wezîrên kabîneya Elî Zeydî saet 17:00 ê vê îro lidarxistin.