Şehab: Em dixwazin hikûmeta nû ya Iraqê mafên Herêma Kurdistanê biparêze

Dilşad Şehab
Dilşad Şehab

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdewberê Serokatiya Herêma Kurdistanê daxwaz kir ku hikûmeta nû ya Iraqê bibe hikûmeta hemî xelkê Iraqê û bingehên federalî tê de reng bidin; herwesa mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê biparêze.

Berdewberê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab îro (Pêncşem, 14ê Gulana 2026ê) li Bexdayê ji dezgehên ragihandinê re got: "Li gorî qanûnê, Serokê Herêma Kurdistanê ji rêkxistina peywendiyan di navbera deshilatên federal û Herêma Kurdistanê de berpirsiyar e. Serokatiya Herêma Kurdistanê piştgiriya avakirina hikûmeta nû dike."

Berdewberê Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar jî kir ku daxwaza wan du alî ye û got: “Ya yekê em daxwazê ji hemî aliyên Kurdistanî dikin ku tevî duberekiyên siyasî, lê pêdivî ye em di çarçoveyeke berfireh de li ser maf û berjewendiyên xelkê Kurdistanê yekdeng û yekhelwest bin."

Dilşad Şehab li ser daxwaza duyê jî got: "Em daxwaz dikin ev hikûmet ya hemî xelkê Iraqê be, kar û bingehên federalî di nav vê hikûmetê de reng bidin û hevdem mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê jî boparêze."

Ev daxuyaniyên Berdewberê Serokatiya Herêma Kurdistanê di demekê de ne ku civîna Parlamena Iraqê bo dengdana li ser kabîneya Elî Zeydî saet 17:00 ê îro hat destpêkirin.

Hevdem, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî bi merema pişkdarîkirina di rûniştina Encûmena Nûnerên Iraqê û bawerîdana bi kabîneya wezarî ya Elî Zeydî de gihîşt avahiya Parlamena Iraqê.