Mesrûr Barzanî bo Elî Zeydî: Bila ev bibe qonaxa bicihanîna destûrê

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Serokwezîrê Iraqê yê nû kir, ku baweriya parlamentoyê wergirtiye û hêvî xwest ku ev hikûmet ji bo çareserkirina hemî pirsgirêkan û baştirkirina peywendiyên Hewlêr û Bexdayê bibe destpêka serdemeke nû.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 14ê Gulana 2026ê) di peyamekê de pîrozbahî li Serokwezîrê Iraqê yê nû Elî Falih Zeydî û kabîneya wî kir, piştî ku êviriya îro karî baweriya parlamentoyê bi dest bixe.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragihand: "Ez pîrozbahiyeke germ li Serokwezîrê Federal birêz Elî Falih Zeydî û kabîneya wî dikim, baweriya Encûmena Nûnerên Iraqê bi dest xistiye."

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hêviyên xwe ji bo paşeroja Iraqê di bin sîbera vê hikûmeta nû de anîn ziman û got: "Ez hêvîdar im ku ev pêngav bibe destpêka qonaxeke nû ji tenahî û aştiyê li Iraqê."

Mesrûr Barzanî di pareke din a peyama xwe de tekez li ser giringiya çareserkirina dozên hilawistî kir û diyar kir: "Ez hêvî dikim ku ev hikûmet bibe sedema çareserbûna gişt arêşeyên Iraqê û bicihanîna destûrê, herwiha baştirkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de."

Ev peyama pîrozbahiyê piştî wê yekê tê ku îro Parlamentoya Iraqê, bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bawerî da karnameya wezarî ya Elî Zeydî û 14 wezîrên kabîneya wî, tevî ku rûniştin ji ber hinek aloziyan ji bo demekî hat paşxistin.