Mesrûr Barzanî sersaxî ji nivîskar û rojnamevan Mumtaz Heyderî re xwest

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî nivîskar û rojnamevan Mumtaz Heyderî kir û tê de hevxemiya xwe ji bo koça dawiyê ya kurê wî nîşan da.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 14ê Gulana 2026ê) peyameke sersaxiyê ji nivîskar û rojnamevanê kevn ê Kurdistanê, Seydayê Mumtaz Heyderî, re şand.

Di peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de hatîye: "Rêzdar nivîskar û rojnamevan Seydayê Mumtaz Heyderî; bi mixabinî ve min nûçeya koça dawiyê ya Karwanê kurê we yên rêzdar bihîst. Ez sersaxiyê ji we re dixwazim û hevparê xema we me."

Mesrûr Barzanî di berdewamiya peyama xwe de herwesa got: “Xudayê Mezin canê wî bi bihiştê şa bike û sebir û hedarê bi malbata we ya rêzdar bide."