Barrack: Trump amade ye ligel hikûmeta nû ya Iraqê kar bike
Navenda Nûçeyan (K24) - Nûnerê Taybet ê Amerîkayê ji bo Karûbarên Sûriyeyê pîrozbahî li Elî Falih Zeydî kir, ku baweriya parlamentoyê weregirtiye, û amadeyiya Waşintonê ji bo avakirina Iraqeke xwedî serwerî û tena nîşan da.
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê ji bo Karûbarên Sûriyeyê Tom Barack îro (Pêncşem, 14ê Gulana 2026ê) di peyamekê de li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî ya "X"ê pîrozbahî li Serokwezîrê Iraqê yê nû kir, piştî ku kabîneya wî ji aliyê parlamentoyê ve hat pejirandin.
Tom Barack di peyama xwe de ragihand: "Em bi vê serkirdetiya we ya nû geşbîn in; herwiha em li benda hevkariyê ne li ser karnameyeke nû û wêrek, ku ligel berjewendiyên me yên hevpar bigunce."
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bal kişand ser dîtina welatê xwe ji bo paşeroja Iraqê û diyar kir ku armanca wan pişkdarîkirina di "avakirina Iraqeke xwedî serwerî, pêşkeftî, tena û di nav aştiyê de ligel cîranên xwe; Iraqek ku derfet û pêşxistinê ji bo hemî welatiyên xwe di çarçoveya hevpariyeke bifeyde ya du alî ligel Amerîkayê de dabîn bike."
Peyama Trump û Rubio Bo Elî Zeydî
Di pareke din a peyama xwe de, Tom Barack helwesta serkirdetiya nû ya Amerîkayê gihand Serokwezîrê Iraqê û tekez kir: "Donald Trump, Marco Rubio û Amerîka bi temamî ji bo karkirina ji nêzîk ve ligel cenabê we û hikûmeta we amade ne."
Barack amaje jî kir: “Ev karkirina hevpar a di navbera Waşinton û Bexdayê de bi merema pêşxistina armancên me yên hevpar e, ji bo pêşxistina gelê Iraqê û binbirkirina terorê."
Ev daxuyaniya fermî ya Amerîkayê di demekê de ye ku îro Parlamentoya Iraqê bi piraniya dengan karnameya kabîneya Elî Zeydî peirand û bawerî da 14 wezîrên hikûmeta nû.