Serok Barzanî sersaxî ji nivîskar û rojnamevan Mumtaz Heyderî re xwest

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Mesûd Barzanî peyameke hevxemiyê arasteyî nivîskar û rojnamevanê naskirî yê Kurdistanê Mumtaz Heyderî kir, ji ber koça dawiyê ya kurê wî.

Serok Mesûd Barzanî îro (În, 15ê Gulana 2026ê) peyameke hevxemî û sersaxiyê arasteyî nivîskar û rojnamevanê kevn Mumtaz Heyderî kir, ji ber koça dawiyê ya Karwanê kurê wî.

Serok Barzanî di peyama xwe de hevxemiya xwe bo malbata Xudêjêrazî nîşan da û ragihand: "Bi mixabiniyeke zêde ve nûçeya koça dawiyê ya Karwanê kurê we gihîşt min. Ez sersaxiyê ji we û malbat û kesûkarên we re dixwazim û xwe hevparê xema we dizanim."

Di berdewamiya peyamê de, Serok Barzanî ji Xudayê Mezin daxwaz kir ku canê Xudêjêrazî bi bihişta mezin şa bike û sebir û hedarê bide hemî aliyan.

Peyama Serok Barzanî:

Bi navê Xudayê Mezin û Dilovan

Rêzdar Seydayê Mumtaz Heyderî

Bi mixabiniyeke zêde ve nûçeya koça dawiyê ya Karwanê kurê we gihîşt min.

Ez sersaxiyê ji we û malbata û kesûkarên we re dixwazim û xwe hevparê xema we dizanim.

Ez ji Xudayê mezin daxwaz dikim ku canê Xudêjêrazî bi bihişta mezin şa bike û sebir û hedarê bide hemî aliyan.

 

Îna lîlah weîna îleyhî racîon

Mesûd Barzanî

15ê Gulana 2026ê