Hevseroka SZKê: Şam dixwaze destkeftiyên 14 salan ên perwerdeya kurdî tune bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevseroka Saziya Zimanê Kurdî (SZK) li Rojavayê Kurdistanê Viyan Hesen ji Kurdistan24ê re, helwesta xwe ya tund li hemberî pêşniyarên dawî yên hikûmeta Sûriyê derbarê perwerdeya zimanê kurdî de nîşan da. Hesen diyar kir, daxwaza Şamê ya sînordarkirina zimanê kurdî, nayê qebûlkirin û li dijî destkeftiyên gelê kurd e.

Viyan Hesen aşkere kir, di nava danûstandinan de hikûmeta Sûriyê pêşniyar kiriye ku li herêmên Rojavayê Kurdistanê zimanê kurdî tenê wekî ders her heftiyê 2 saetan were dayîn. Hesen ev yek wekî "pêşniyarekî metirsîdar" binav kir û got: "Ev pêşniyar ji aliyê xwendekar, mamoste û saziyên perwerdeyê ve bi ti awayî nayê qebûlkirin. Li Rojavayê Kurdistanê bi salan e sîstemeke perwerdeyê ya serbixwe heye û ev pêşniyar rastiya li ser erdê înkar dike."

Hesen bal kişand ser peymana 29ê Çileyê ya ku di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Şamê de hatiye îmzekirin û destnîşan kir, parastina zimanê kurdî û perwerdeya bi zimanê dayikê, mercekî sereke yê her pêvajoyeke siyasî ye. Li gorî Hesen, eger hikûmet zimanê kurdî di nava sîstema perwerdeyê de wekî zimanekî fermî qebûl neke, ev tê wê wateyê ku peyman bi xwe têk diçe.

Di berdewamiya axaftina xwe de, Viyan Hesen amaje bi wê kir, ev 14 sal in li herêmê perwerde bi zimanê kurdî tê dayîn. Sîstem ji dibistana seretayî dest pê dike û heta asta zanîngeh û masterê berdewam dike. Herwiha got: "Xwendekarên me bi zimanê xwe mezin bûne. Em naxwazin zimanê erebî rakin; niha jî di sîstema me de her hefte 3 saet dersên erebî hene ji ber ku em di welatekî hevpar de dijîn, lê ferzkirina erebî wekî zimanê perwerdeyê li ser kurdan, neheqiyeke mezin e."

Yek ji mijarên girîng ên hevpeyvînê, naskirina bawernameyên Rojavayê Kurdistanê bû. Hesen diyar kir, ew daxwaz dikin ku hikûmeta Sûriyê bawernameyên xwendekarên herêmê yên ji sala 2011an û vir ve nas bike, mîna ku bawernameyên herêma Idlibê nas kirine. 

Li ser paşeroja Saziya Zimanê Kurdî, Hesen got ku armanca wan ew e ku ev sazî di bin sîwana Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyê de bibe saziyeke fermî, mîna "Akademiya Zimanê Erebî" ya li Şamê. Herwiha got ku divê zimanê kurdî di destûra nû ya Sûriyê de cîh bigire û bibe zimanekî fermî.

Viyan Hesen di dawiyê de tekez kir ku ziman nasname û rûmeta mirov e, lewma gelê Rojavayê Kurdistanê di mijara ziman de ti carî gavan bi paş de navêje.