Li Şarezorê Festîvala Hespswariyê hat lidarxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Erbet a ser bi deşta Şarezorê ve, festîveleke mezin a hhespswariyê bi beşdariya bi dehan siwar û hezkiriyên hespên resen hat lidarxistin. Di festîvalê de ligel nîşandana behreyên siwariyê, çalakiyên hunerî û çandî jî hatin pêşkêşkirin.
Rêkxerê festîvalê Ayad Heme Şerîf diyar kir, ev çalakî di bin serperiştiya Saman Galalî de hatiye amadekirin û tê de nêzîkî 60 hesp ji herêmên cuda yên Kurdistanê hatine nîşandan.
Şerîf destnîşan kir, armanca wan vejandina çanda kurdewarî ye û got: "Di festîvalê de ligel hespswariyê, govend û stranên folklorî jî hebûn. Herwiha mêvanên me ji Rojhilatê Kurdistanê û parêzgehên din ên Herêma Kurdistanê jî amade bûn."
Siwarê bi navê Belên Nebaz, ku bi hespê xwe yê kurdî beşdar bûbû, daxwaz kir ku ev cure festîval zêdetir bibin da ku çanda hespswariyê di nav ciwanan de winda nebe.
Herwiha siwarê bi navê Hikmet Heyder jî bal kişand ser hezkirina xwe ya ji bo hespên kurdî û diyar kir, ew bi xwe xwedî du hespan e û wekî xobiyekê û ji bo parastina nijada hespên resen ên kurdî vî karî dike.
Welatiyên ku wekî temaşevan amade bibûn, festîval wekî gaveke girîng ji bo naskirina nifşê nû bi çanda bav û kalan dîtin. Welatiya bi navê Şino Mihemed diyar kir ku hespswarî beşek ji nasnameya kurdan e û got: "Ez hêvî dikim ku her sal ev festîval were dubarekirin, daku ciwanên me vê çanda kevnar ji nêz ve bibînin û biparêzin."
Festîvala Şarezorê bi nîşandanê siwariyê û gerandina govendê di nava coşeke mezin de bidawî bû.