Iraq hemû dergehên sînorî li ber bazirganiya Îranê vedike
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Giştî ya Gumrikên Iraqê ragihand, li ser fermana Serokwezîr, hemû dergehên gumrikê yên welat ji bo tevgera veguhastina kelûpelan (tranzît) bi Îranê re hatine vekirin. Bi vê biryarê, rêya bazirganiya Îranê bi temamî di ser xaka Iraqê re hat aktîfkirin.
Ev biryara Bexdayê piştî pêngaveke wekhev a Pakistanê tê. Piştî ku Amerîkayê dorpêça deryayî danî ser Îranê, bazirganiya bi rêya hêla hesînî ya di navbera Îran û Çînê de sê qatan zêde bûye. Di heman demê de, Pakistanê jî rêyeke nû ya tranzîtê ji bo Îranê vekiriye û rê dide ku kelûpelên welatên din di ser xaka wan re derbasî Îranê bibin.
Ji bo bicîhkirina vê biryarê, hikûmeta Iraqê rênimayî daye rêveberiyên gumrikê yên herêmên Bakur, Navîn, Rojava û Başûr. Herwiha gumrika posteya asmanî û gumrika Firokxaneya Navdewletî ya Bexdayê jî hatine agahdarkirin ku tavilê dest bi proseya tranzît û barkirina kelûpelan ji bo Îranê bikin.
Di 28ê Sibata 2026an de, Amerîka û Îsraîlê êrîşî ser Îranê kirin û şer 39 rojan berdewam kir. Di dema şer de, Tehranê Tengava Hurmizê li pêşiya keştiyên bazirganî girt. Piştî şer, Amerîkayê dorpêçeke tund a deryayî danî ser Îranê û rê li ber her keştiyekê digire ku kelûpelan bibe Îranê yan jî jê derxîne.