Piraniya geştên asmanî yên Balafirxaneya Hewlêrê asayî bûne we

Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê
Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ragihandina agirbesta di şerê Îranê de û asayîbûna geştên asmanî, ji nîvê meha borî heta niha zêdetir ji 750 geştên asmanî li Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê hatine kirin, her çend e hîn çend hêlên asmanî dest bi geştên xwe nekiriye.

Birêvebirê Giştî yê Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar îro (Yekşem, 17ê Gulana 2026ê) di daxuyaniyeke taybet de bo malpera Kurdistan24ê ragihand: "Piştî şerê Îranê û ji hingê ve ku geştên asmanî li Herêma Kurdistanê û deverê asayî bûne we, 758 geştên çûn û hatinê li Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê hatine kirin."

Ew Welat û Bajarên ku Geşt bo Wan Asayî Bûne

Ehmed Hoşyar eşkere jî kir ku geştên asmanî yên di navbera Hewlêrê û gelek welat û bajarên cîhanê de bi temamî asayî bûne, ku yên herî serekî ev in:

- Li ser asta herêmî û navneteweyî: Qeter, Îstanbul, Enqere, Dubey, Şarîqe, Libnan, Sûriye, Eman, Îran, Almanya û Misir.
- Li ser asta navxweyî: Geştên navxweyî bo balafirxeyên Bexda û Besreyê bi awayekî asayî û rojane berdewam in.
Hinek Hêlên Ewropayî Hîn Venegeriyane

Rêveberê Giştî yê Balafirxaneya Hewlêrê bal kişand ser wê yekê ku hîn çend hêlên asmanî yên navneteweyî dest bi geştên xwe nekiriye, wekî: Hêla “Eurowings”ê ya Almanyayî, Austrian Airlines a Nemsayî û hêla asmanî ya Yewnanî.

Li ser sedema paşxistina geştên van her sê xetan û dema destpêkirina wan, Ehmed Hoşyar got: "Heta niha tu wextekî diyarkirî yan zanyariyeke nû ji aliyê van kompanyayan ve negehiştiye destê me."

Birêvebirê Giştî yê Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar pêşter di 8ê Nîsana 2026ê de di daxuyaniyeke taybet de ji K242ê re ragihandibû: “Piştî biryara vekirina asmanê Iraqê ji bo geştên asmanî, hemî baslafirxaneyên Iraqê bo destpêkirina karên xwe amade ne.”

Ev sînordarkirin piştî wê yekê hatibû ku ji 28ê Sibata borî ve, ji ber şer û aloziyên serbazî yên di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, asmanê Iraqê wekî qada rûbirûbûnê hatibû bikaranîn. Ji bo parastina silametiya canê geştiyaran, geşt bi temamî hatibûn rawestandin, lê piştî agirbesta 8ê Nîsanê, rewşa balafirvaniyê gav bi gav ber bi asayîbûnê ve diçe.