New York Times bingeha duyê ya nihênî ya Îsraîlê li biyabanên Iraqê eşkere dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Rojnameya "New York Times"ê ya Amerîkayî eşkere kir ku Îsraîlê zêdetir ji salekê wext derbaz kiriye, ji bo amadekirina bingeheke serbazî ya nihênî di nav axa Iraqê de, daku di operasyonên li dijî Îranê de bi kar bîne. Hevdem berpirsên Iraqî jî dîtina bingeha duyê ya serbazî li biyabanên rojavayê welatê xwe piştrast kiriye.

Rojnameya "New York Times"ê îro (Yekşem, 17ê Gulana 2026ê) bal kişand ser rûdaneke neasayî ya roja 3ê Adara borî (2026), Li gorî raporê, di wê rojê de barhilgirek ku ji aliyê şivanekî navxweyî ve dihat ajotin û ber bi bajarkê "Nuxeyb"ê ve diçû, ji aliyê helîkopterekê ve hatîye armanckirin û gelek caran gule li wê hatine reşandin, heta ku di nav xîzê çolê de hatîye rawestandin û şewitandin.

Rojnameya navborî diyar jî kiriye ku ev êrîş piştî wê yekê hatiye ku şivanê bi navê "Ewad Şemrey" ê 29 salî, di dema geşta xwe ya li çolê de ji nişkê ve rastî bingeheke serbazî ya nihênî ya Îsraîlê hatiye.

Malbata Ewad eşkere kiriye ku Ewad peywendî bi fermandariya serbazî ya Iraqê re kiriye daku agahiyê bide ser wan serbaz, helîkopter û çadirên ku li nêzîkî wê bingehê dîtine, lê belê ev dîtin bûye sedema jidestdana jiyana wî.

Piştrastkirina bingeha Duyê Ji Aliyê Bexdayê ve

New York Times behsa wê yekê jî kiriye ku berî niha rojnameya "Wall Street Journal"ê hebûna bingeheke serbazî ya Îsraîlê li Iraqê eşkere kiribû, lê niha berpirsên Iraqê bi rengekî fermî hebûna bingeha wan a duyê ya ranegihandî li biyabanên rojavayê Iraqê piştrast kiriye.

Ev agahî di demekê de ne ku biyabanên berfireh ên parêzgeha Enbarê li rojavayê Iraqê, ji ber sînorên dûrûdirêj ên ligel welatên cîran, di heyama aloziyên serbazî yên dawiyê yên deverê de mîna qadeke nihênî bo tevgerên asmanî û serbazî hatine bikaranîn.