Elî Zeydî û Nûrî Malîkî: Divê kabîneya hikûmetê bê temamkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê nû yê Iraqê pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê kir. Di wê hevdîtinê de, her du aliyan tekez li ser giringiya yekxistina helwestan ji bo piştgirîkirina kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê û lezkirin di tijekirina wezaretên mayî de kir.
Nivîsîngeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê îro (Yekşem, 17ê Gulana 2026ê) di daxuyaniyekê de ragihand ku Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malîkî kiriye.
Di wê hevdîtinê de, Nûrî Malîkî destpêkirina karî li Serokwezîrê nû yê Iraqê pîroz kir û her du aliyan tekez li ser giringiya yekxistina helwest û dîtinan kir, daku piştgiriya kabîneya nû bê kirin.
Hevdem danûstandin li ser planên hikûmetê bo gihîştina bi armancên aborî, pêşxistin û xizmetkariyan hatin kirin, bi merema dabînkirina pêşveçûneke piralî.
Temamkirina Wezaretên Mayî û Hevkariya Siyasî
Li gorî daxuyaniya Nivîsîngeha Serokwezîrê Iraqê, yek ji perisên serekî yên wê civînê, rawestan a li ser giringiya alîkarî û hevahengiya hemî hêzên siyasî û neteweyî yên Iraqê bû, ji bo "temamkirina pêkanîna kabîneya hikûmetê" û diyarkirina wezîran ji bo wan wezaretên ku hîn di rûniştina borî de deng li ser nehatiye dan.
Herwiha bihêzkirina şiyana dezgehên hikûmetê bo derbazkirina astengiyan û rûbirûbûnên niha yên darayî û ewlehiyê û misogerkirina berjewendiyên bilind ên gelê Iraqê jî mijarên tewerekî din ê giring ê danûstandinên di navbera Elî Zeydî û Nûrî Malîkî de bûn.