Gotegotên hevdîtina Mezlûm Ebdî û Ocalan bûn sedema karvedanan

Navenda Nûçeyan (K24) – Belavbûna nûçeyên derbarê hevdîtineke nehênî ya di navbera Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mezlûm Ebdî û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de, di nav partiya desthilatdar a Tirkiyeyê (AK Partî) de bû sedema bertekên cuda. AK Partî wek mercê sereke yê her gaveke nû, “çekdanîna tevahî” nîşan dide.

Li gorî îdîayên ku di medyaya Tirkiyeyê de belav bûne, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û siyasetmedara Kurd Îlham Ehmed, di meha Adara borî de bi dizî serdana Girava Îmraliyê kirine û bi Abdullah Ocalan re civiyane.

Di agahiyên derbarê hevdîtinê de tê gotin ku Abdullah Ocalan rexneyên tund li Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed girtine. Hat îdîakirin ku Ocalan ji wan re gotiye: “Min bi dewleta Tirk re lihevhatinek pêk aniye, divê hûn jî bi hikûmeta Sûriyeyê (Şam) re li hev bikin.”

Ev gotegotên hevdîtinê di nav korîdorên siyasî yên AK Partiyê de bi baldarî têne şopandin. Tevî ku ev wek nîşaneya egera guherînekê tê dîtin jî, berpirsên AK Partiyê helwesteke hişk nîşan didin. Rayedarên partiyê diyar dikin ku heta hemû hêzên çekdar bi temamî çekan daneynin, ti gavên nû di pêvajoyê de nayên avêtin û ti hêsankariyên yasayî ji bo komên çekdar nayên kirin.

Mezlûm Ebdî berî niha bi çend rojan di hevpeyvînekê de îşaret bi egera serdana xwe ya ji bo Tirkiyeyê kiribû. Ebdî destnîşan kiribû ku dibe ew di demeke nêz de biçe Tirkiyeyê û li Girava Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinekê pêk bîne.