"Ne Yek Roj, Her Roj Zimanê Kurdî".. Li Diyarbekirê banga xwedîlêderketina ziman tê kirin
Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê bi beşdariya helbestkar Mueyed Teyîb bi bernayemek bi navê “Ne Yek Roj Her Roj Zimanê Kurdî”, cejna zimanê kurdî hat pîrozkirin, di bernameya pîrozkirinê de helbestkaran helbest xwendin nivîskaran bal kêşandin ser pirsgirêkên zimanê kurdî û bal hate kêşan ku ziman nirxê hevpar ê hemû civaka kurd e ku divê her kes bo xwedîlêderketina zimanê kurdî derfetên xwe bi kar bînin.
Li Diyarbekirê di çarçoveya Cejna Zimanê Kurdî de bernameyên bo zimanê kurdî tên li darxistin berdewam in ku bi vê boneyê Weşanxaneya Awestayê jî li avahiya xwe ya nav Sûrê bi beşdariya helbestkar Mueyed Teyîb bernameyek li dar xist. Di bernameyê de helbestkaran bi helbestên kurdî pêşwaziya cejna zimanê kurdî kirin, nivîskaran jî anîn zimên ku derbarê rewşa zimanê kurdî de ewqasî nîqaş û lêkolîn hatine kirin ku bi awayeke zelal êdî tê zanîn ku pirasgirêkên zimanê kurdî çi ne û divê kîjan gavên şênbber werin avêtin.
Helbestkar Mueyed Teyîb ji Kurdistan24ê re got: “Kurdî tê axaftin û her ku diçe belav dibe, lê divê ji bilî ku li malê bi derfetên xwe were fêrkirin li dibistanan were xwendin û hefteyê 2 demjimêr têrê nake ku li Swêde mafê perwerdehiya zimanê kurdî ji Tirkiyê zêdetir e.”
Amadekarên bernameya pîrozkirina cejna zimanê kurdî jî bal kêşandin ku ziman nirxek hevpar ê civaka kurd e û berpirsiyariya hemu aliyan e ku xwedî li zimanê kurdî derbikevin.
Berpirsê Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskîn got: “Milletê kurd ne bêziman e lê zimanê kurdî mxabin bêmillet e, divê êdî ziman ji destê hizbekê an jî partiyekê an jî siyasetmedaran were derxistin.”
Nivîskar û helbestkarên beşdarî panela cejna zimanê kurdî buyîn bal kêşandin ku ne 1 roj divê 365 rojan hestiyariya bo zimanê kurdî di asteke herî bilind de be û her wiha divê li hemû qadên jiyanê xwedî li zimanê kurdî were derketin.