Salvegera 100emîn a derçûna kovara Zarê Kurmancî tê pîrozkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Sernivîskarê kovara "Zarê Kurmancî" Îsmaîl Îbrahîm ragihand, salvegera derçûna kovarê, îsal bi hevkariya Zanîngeha Soran û bi şêwazeke zanistî ya cuda li bajarokê Rawandizê tê pîrozkirin.

Sernivîskarê kovara "Zarê Kurmancî" Îsmaîl Îbrahîm, îro 17.05.2026ê di daxuyaniyekê de ji bo malpera Kurdistan24ê diyar kir, amadekariyên bo pîrozkirina salvegera derçûna kovarê bidawî bûne. Îbrahîm destnîşan kir ku pîrozbahiya îsal ji salên berê cudatir e û bi hevkariya Zanîngeha Soran tê birêvebirin.

Derbarê naveroka bernameyê de, Îsmaîl Îbrahîm aşkere kir ku Zanîngeha Soran ji bo vê salvegera, 30 lêkolînên zanistî yên nû li ser giringî û bandora kovara "Zarê Kurmancî" amade kirine. Di çarçoveya çalakiyan de, dê hejmarek panel û semînerên taybet bi beşdariya akademîsyenan werin lidarxistin.

Herwiha hate ragihandin, ji bo vê boneyê gelek rewşenbîr û akademîsyen ji Bakur û Rojhilatê Kurdistanê û herwiha ji Ewropayê hatine vexwendin. Ji ber ku kovar li Rawandizê derketiye, biryar hate girtin ku şahî û çalakî jî li wî bajarokî werin encamdan.

Kovara "Zarê Kurmancî" yek ji kaniyên herî girîng ên tevgera rewşenbîriya kurdî ye. Yekem hejmara wê di 25’ê Gulana 1926’an de ji aliyê ronakbîr û dîroknasê navdar Husên Huznî Mukriyanî ve li Rawandizê hate weşandin. Kovarê di jiyana xwe ya weşanê de 24 hejmar çap kirin û roleke mezin di parastina ziman û kelepûra kurdî de lîst.

Husên Huznî Mukriyanî di sala 1893’an de li Mehabadê ji dayik bû. Mukriyanî ku pisporê dîrok, wêje û rojnamevaniyê bû, di sala 1915’an de li Almanyayê çapxaneyek kirî. Wî ev çapxane bir Helebê û di sala 1925’an de anî Rawandizê. Mukriyanî bi wê çapxaneya ku bi xwe anîbû Kurdistanê, kovara "Zarê Kurmancî" û gelek berhemên din ên giranbiha çap kirin û bû pêşengê çapemeniya modern a kurdî.