Luqman Ehmê: Kêmkirina hejmara kursiyên Kurdan planek ji bo tunekirina doza Kurdî li Sûriyê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Partiya Kesk a Demokrat Luqman Ehmê nerazîbûna xwe li hember veqetandina tenê 4 kursiyan ji bo parêzgeha Hesekê di parlamena Sûriyê de nîşan da û diyar kir, ev yek hewldanek e ji bo bêbandorkirina mafên neteweyî yên Kurdan.

Serokê Partiya Kesk a Demokrat Luqman Ehmê îro 17ê Gulanê ji Kurdistan24ê re behsa proseya hilbijartinên Encûmena Gel (parlamen) Sûriyê û nûnertiya Kurdan kir û destnîşan kir ku pirsgirêk ne tenê hejmara kursiyan e, lê belê şêwazê diyarkirina wan nûneran û plana li pişt vê yekê ye.

Luqman Ehmê diyar kir, nifûsa Kurdan li Sûriyê herî kêm ji sedî 20 e û li gorî vê rêjeyê, hejmara kursiyan divê pir zêdetir be. Ehmê got: “Heke di parlamena Sûriyê de 210 kursî hebin, divê para Kurdan ne kêmî 40 kursiyan be. Tenê bi 4 kursiyan, Kurd nikarin di nav 210 kesan de dengê xwe bidin bihîstin û ti qanûnekê li gorî berjewendiyên xwe biguherînin.”

Ehmê rexne li sîstema hilbijartinê girt û got, ev prose bêtir dişibe "tayin û diyarkirinê" ne wekî hilbijartineke demokratîk. Ehmê wiha berdewam kir: “Ev planek e ji bo tunekirina doza Kurdî di hundirê Sûriyê de. Dixwazin bi rêyên qanûnî û wek ' Mersûmê 13' Kurdan di hundirê çarçoveyeke teng de sînordar bikin û mafên wan ên neteweyî binpê bikin.”

Serokê Partiya Kesk a Demokrat hişyarî da ku Kurd nekevin vê xefika qanûnî û diyar kir, desthilat dixwaze nûnertiyeke sembolîk bide Kurdan da ku sibe di qada navdewletî de bibêje: "Kurd di parlamenê de hene û beşdarî biryaran dibin."

Luqman Ehme tekez kir, helwesta wan li ser bingeha biryarên Konferansa 26’ê Nîsana 2025’an e. Herwiha bang kir ku nûnertiya Kurdan wekî "neteweyekî xwedî maf" were qebûlkirin û Kurd wekî hevparên sereke di avakirina Sûriya nû de cih bigirin.