Siûdiye: Me 3 dronên ku ji Iraqê ve hatine arastekirin têk birin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Erebistana Siûdiyê ragihand, sîstema wan a parastina asmanî, sê dronên ku ji axa Iraqê hatibûn avêtin, xistine xwarê.
Wezareta Berevaniyê ya Erebistana Siûdiyê îro 17ê Gulanê daxuyaniyek belav kir û tê de aşkere kir, sê dronên ku ji hundirê axa Iraqê ve hatibûn arastekirin, berî bigihêjin armancên xwe, ji aliyê sîstema parastina asmanî ya welat ve hatine têkbirin.
Herwiha Wezareta Berevaniyê ya Siûdiyê ragihand: "Mafê me yê tam heye ku bersiva van destdirêjiyan bide. Em mafê xwe yê bersivdayînê di dem û cihê guncav de diparêzin."
Ev êrîş di demekê de ye, Rojhilata Navîn û welatên Kendavê di nava aloziyeke leşkerî ya bêwêne de ne. Êrîşên bi dronan ku welatên Kendavê dikin armanc, bûne sedema nîgeraniyeke mezin li ser asta navdewletî.
Heta niha li Iraqê ti grûp an aliyekî bi fermî berpirsiyariya şandina van sê dronan li ser xwe negirtiye.