Nêçîrvan Barzanî bi Papayê Vatîkanê û Serokê Îtalyayê re dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdaneke fermî berê xwe da Romaya paytextê Îtalyayê û dê hejmarek civînan bi Papayê Vatîkanê, Serokê Îtalyayê û berpirsên bilind ên hikûmeta Îtalyayê re pêk bîne.

Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kir, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 17ê Gulana 2026an, bi serdaneke fermî ya du rojî, berê xwe da Romaya paytextê Îtalyayê.

Serokatiya Herêma Kurdistanê amaşe bi wê yekê kir, di çarçoveya serdana xwe de, Nêçîrvan Barzanî dê bi Papayê Vatîkanê, Serokê Îtalyayê û hejmarek berpirsên bilind ên hikûmeta Îtalya û dewleta Vatîkanê re bicive.

Herwiha di daxuyaniyên de hat diyarkirin, di çarçoveya civînan de, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê yên bi Îtalya û Vatîkanê re, rewşa siyasî û ewlehî ya Iraq û navçeyê, ligel çendîn mijarên girîng ên hevbeş dê werin gotûbêjkirin.