Medyaya Tirkiyeyê: Amadekariyên ji bo qonaxa piştî çekdanîna PKK’ê dest pê kirine
Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya pêvajoya ku Tirkiye wekî “Tirkiyeya bê teror” bi nav dike de, tê payîn ku di nav 10 rojan de rapora saziyên ewlehiyê ya li ser çekdanîna PKK’ê pêşkêşî hikûmetê bê kirin. Piştî raporê, dê li Parlamena Tirkiyeyê gavên yasayî werin avêtin.
Rojnameya “Milliyet” a nêzî desthilata Tirkiyeyê ragihand, saziyên ewlehiyê li ser rewşa meydanî ya çekdanîna PKK’ê raporeke “hestiyar û diyarker” amade dikin. Tê payîn ku ev rapor di nav 10 rojan de bigihe ber destê hikûmetê.
Çavkaniyên ji Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) îdîayên ku dibêjin "pêvajo sist bûye" red dikin û tekez dikin ku xebat berdewam in. Li gorî zanyariyan, piştî amadebûna rapora saziyên ewlehiyê, Parlamena Tirkiyeyê û saziyên dewletê dê dest bi gavên yasayî û îdarî bikin. Berpirsên AK Partiyê îşaretê bi derxistina qanûnên nû dikin, da ku çarenûsa kesên çekan datînin, bi rêyên siyasî û yasayî di bin sîwana parlamenê de were diyarkirin.
Ev geşedan di demekê de ne ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di encamnameya 12’emîn Kongreya xwe de (ku di navbera 5-7’ê Gulana 2025’an de pêk hatibû), bi fermî ragihandibû ku wan dawî li şerê çekdarî aniye û saziya xwe ya rêxistinî hilweşandiye.
Herwiha di 9’ê Tîrmeha 2025’an de, piştî peyameke vîdyoyî ya Abdullah Ocalan, li nêzîkî şikefta Casene ya li devera Sûrdanş a parêzgeha Silêmaniyê, bi beşdariya 30 endamên PKK’ê merasîmek hatibû lidarxistin. Di wê merasîmê de piştî xwendina daxuyaniya çekdanînê, 30 çek hatibûn şewitandin.