Sîstema berevaniya asmanî ya Îsraîlê du mûşek pûç kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Îsraîlê ragihand, sîstema wan a berevaniya asmanî du mûşekên ku ji Başûrê Libnanê hatibûn avêtin, pûç kirine. Li gorî medyaya Îsraîlê, mûşekek di asman de hat têkbirin û ya din jî li herêmeke vala ketiye.
Ji aliyê xwe ve, Hizbullaha Libnanê ragihand, wan 3 êrîşên cuda birine ser hêz û wesayîtên Îsraîlê. Hizbullahê eşkere kir ku wan bi drona xwekuj (kamikaze) êrîşî platformeke sîstema "Qubeya Hesinî" ya artêşa Îsraîlê ya li herêma Celîl kiriye.
Hizbullahê destnîşan kir, ev operasyonên wan wekî "bersivdayîna li hember binpêkirinên agirbestê yên ji aliyê Îsraîlê ve" hatine encamdan, ku di encama wan êrîşan de li gundên Başûrê Libnanê hejmarek sivîl bûne qurbanî.
Ev alozî di demekê de ne, agirbesta ku di 17ê Nîsanê de hatibû ragihandin, roja Înê ji bo 45 rojên din (heta serê meha Tîrmehê) hatibû dirêjkirin. Lê belê her du alî hevdu bi binpêkirina peymanê sûcdar dikin.
Ji dema ku Îsraîlê di 2ê Adara 2026an de êrîşên xwe yên berfireh li ser Libnanê dest pê kirine, bîlançoya şer pir giran bûye. Li gorî amarên fermî, heta niha 2988 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetir 9210 kes jî birîndar bûne. Her wiha zêdetirî mîlyonek welatî ji malên xwe koçber bûne.